logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Adar Jiyan: Xwezî hejmara xwendevanan zêde a nivîskaran kêm ba

Nivîskar Adar Jiyan pirsên Diyarnameyê yên li ser pirs û pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî bersivandin:

  • Dîrok: 28/05/2008
  • Beş: NÎQAŞ

Nivîskar Adar Jiyan pirsên Diyarnameyê yên li ser pirs û pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî bersivandin:


Tu berhema xwe di kîjan şert û mercan de diafirînî?
- Di wan şert û mercên ku hemû qadên civakî warên jiyanê tengav dikin de diafirînim.

Di dema afirandina berhemê de pirs û pirsgirêkên te yên sereke çi ne?
- Pirsgirêka sereke dem e.  Dem têra min nake.

Tu dikarî bi rehetî berhema xwe bidî çapkirin?
- Na. Pir bi zehmetî; bi pereyan û bi ser de jî bi hêvî û sed ricayê didim çapkirin.
 
Ku te dabe çapkirin, te bi weşanxaneyê re peymaneke çawa çêkiriye?
- Min berhemên xwe heta niha li du çapxaneyan dane çapkirin. Yek jê pirtûkeke min çap kirin û pirtûkek jî neda min; tev li ser hesabê xwe belav kir. Ya din jî çar pirtûkên min, belê  bi pereyên  min çap kirin û belavkirina pirtûkan ma di stûyê min de. Hê min heqê çapê dernexistiye.

Weşanger çi ji te xwest û çi da te ji bo çapkirinê?
- Çapxane, digel berhemên, min pere (heqê çapê ji min xwest). Tu tiştek neda min.

Weşanxaneya ku pirtûka te çap kir, bi qasî ku heq dike qîmet da berhema te yan na?
- Çawaniya (kalîteya) çapê baş bû. Lê belê hê tev nehatine belavkirin.

Berhem baş hate belavkirin yan na?(li cem hemû pirtûkfiroşên navendî peyda dibe yan na?)
- Belê, li gelek pirtûkfiroşên navendî jî hatin belavkirin.

Bi têra xwe reklam hate çêkirin, weşanger ji bo danasandin û reklamê berpirsiyariya xwe bi cih anî yan na?
- Çapxaneyê pirtûkên min dane nasîn û reklama wan baş hate kirin.

Ji bo te qet şevên xwendinê yan jî 'roja îmzeyê' hate çêkirin?
- Na. Ligel ku çar pirtûkên min pevre hatin çapkirin jî tu carî tiştekî wisa pêk nehat.

Bi te weşangerên kurd di warê edîtorî û redaksiyonê de berpirsiyariya xwe bi cih tînin an na? 
- Redaksiyona pirtûkên xwe min pêk anî. Hinek kêmasî hene. Belê berpirsiyariya edîtorî û tiştên din çapxaneyê bi cih anî.

Heke tu bawer dikî bi cih naynin, tu dikarî çend mînakan bidî? Lazim e ku çi bikin, nakin?
- Lazim e ku edîtor û redaktorên çapxaneyê bi profesyonelî bixebitin ku tu kêmanî nemîne. Lazim e ku her berhem seranser ji nû ve were redaktekirin. 

Tu bawer dikî sedemê kêm firotina pirtûkên kurdî weşanger in?
- Berpirsiyariya weşangeran heye. Belê ji sedî sed berpirsiyar ne ew in. Gelek sedemên cure bi cure hene. Yek ji wan jî kêmxwendin e. An jî nexwendin e. Ango nexweşiya giştî ya nexwemdinê ye. 

Ku xwendevan nebe pirtûk nayê firotin, pirtûk neyê firotin weşanger pere qezenc nake, weşanger qezenc neke pere nade nivîskar, weşanger pere nede nivîskar, nivîskar jî ji ber pirs û pirsgirêkên aborî bi têra xwe nikare ked û dema xwe bide nivîsê... Yanî bi kurtasî mesele wekî xelekên zincîrekê bi hev ve girêdayî ye... Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê çi bê kirin? Kî bike? Çawa bike?
- Divê ev pirsgirêk bi dorhêlî were nirxandin û li çareseriya wê bê cehdandin. Hemû hêl bandorê li hevdû dikin. Ango di navbera hemû aliyan de erênî an jî neyinî hevhîkariyeke xurt a bivênevê heye. Heke her kes berpirsiyariya xwe bi cih bianiya pirsgirêk nedima. Mixabin, wekî hemû pirsgirêkên civakî yên din ev  pirsgirêk jî ji bêberpirsiyariyê tê.

Par ji 110'an zêdetir pirtûkên kurdî hatin çapkirin, gelo te ji van çend heb KIRÎN? Ku te nekirîbûn çima?
- Ez nizanim bê min çend jê kirîne belê, ez dikarim bibêjim ku ji gelk deveran ve ji bo belavkirina pirtûkan gelek kolî ji min re tên û ez wan belav dikim. Bê guman ne minkûn e ku min hemû dîtibin an jî kirîbin.

Hejmara nivîskaran û berheman her diçe zêde dibe, lê hejmara xwendevanan zêde nabe, tu vê rewşê çawa dibînî?
- Ez vê rewşê berbixêr nabînim. Xwezî hejmara xwendevanan zêde û hejmara nivîskaran kêm bibûye. Bel rastiya vê yekê jî ev e ku her xwendevanê kurd nivîskar e û her nivîskarê kurd jî xwendevan e.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li şanogehê kûpek tije zêr hat dîtin

ad

Ji bo 'Roja Zimanê Zikmakî' çi çalakî hene? Va ye lîste

ad

Hejmara mebûsên Blokê derket 36'an, vane ew nav û rêjeya wan

ad

Derheqê Franz Kafka de çend gotin

ad

'Em bang li Desteya Bilind dikin da ku dest bi lêpirsînê bike’

ad

Li 5 bajaran vê hefteyê hin çalakiyên hunerî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname