Diyarname
Ji Weşanxaneya Nûbiharê 4 pirtûkên nû derketin. Ji van didu biyografî ne. Yek jê li ser kurdolojiyê û pirtûka din jî ji bo zarokan hînkirina ziman e.
**
Mîtos û Edebiyat"
"Mîtos û Edebiyat, Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de" ji aliyê Shahab Vali û Kenan Subaşi ve hatiye amadekirin.
Di du sed salên dawî de bi hişyarkirina hestên neteweyî gelek gel li dû esl û binyad û paşxaneya xwe ketine. Ji bo xweîsbatkirin û bidestxistina mafê gotinê di dinyaya îro de reh û rîşên kevin bûne çavkanû û meşrûyeta hebûnê ji bo qewman. Kurdan jî ev yek wisa kiriye. Di pirtûka li ber dest de jî ev mesele tê nîqaşkirin.
Di vê pirtûka li ber dest de bikaranina “mîtosa Kurdo-Îranî di edebiyata Kurdi de” hatiye nîqaşkirin û destnîşankirin. Ev yek bi çar zaravayên Kurdi; di folklor, edebiyata klasik û nûjen de bi heşt gotaran hatiye pêşkêşkirin. Du gotarên pêşîn ên pirtûkê teorik in û derbarê pêwendiya mîtos û edebiyatê û rêwîtiya lehengê mîtolojîk de ne. Şeş gotarên din jî derbarê rengvedana mîtosa Kurdo-Îranî di edebiyata kurdî de ne.
**
"Bi Dîtin û Şahidiya Min Ebdulla M. Varli"
Pirtûka "Bi Dîtin û Şahidiya Min Ebdulla M. Varli" ji aliyê M. Sadik Varli ve li ser jiyana Ebdullah M. Varli hatiye amadekirin. Ebdullah M. Varli di 72 saliya xwe de wefat kiriye. Varli li nav ziman û wêjeya kurdî xwedî kedek mezin û cihek bilind e. Ew heta dawiya temenê xwe ji bo kurdî xebitiye û gelek meteryalên arşîvê civandine.
Wî, di serî de Meala Quranê, Jînenîgariya Ehmedê Xanî, Dîroka Dugelên Kurd û gelek berhemên din li dû xwe hiştine. Pirtûka li ber dest li ser jiyana Ebdullah M. Varli ye. Di pirtûkê de ji zarokatiya wî heta mirinê gelek kîteyên balkêş hene.
**
"Alimekî ji Medreseyê: Mele Heyder Varli"
Pirtûka "Alimekî ji Medreseyê: Mele Heyder Varli" jî ji aliyê Mehmet Sadik Varli ve hatiye amadekirin.
Mele Heyder Varli kekê Ebdullah M. Varli ye, li medreseyê xwendiye, ji navdaran îcazet girtiye, dûre ders daye navdarên kurd, lê di temeke zû, di 53 saliya xwe de miriye. Varliyê ku ev pirtûk amade kiriye, wisa dibêje, "Heke Seydayê Mele Heyder di 53 saliya xwe de ji nava me koç nekira bêguman dê gelek berhem li pey xwe bihişta. Herçiqas di serdema wî de qedexeya tund li ser kurdî dihat meşandin jî gelek xutbeyên bi kurdî û helbest nivîsîne. Fetwayên wî yên ku bi nivîskî hene û li gor ku tê gotin, ev xutbe ji aliyê ilmî ve di asteke gelek bilind de ne.
Bi hêviya rojek ew jî bêne weşandin…"
**
"Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan"
Pirtûka bi navê "Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan" bi jêrnavê "Kitêbeke Rêber bo Mezinan" bal kişandiye ser girîngiya meseleyê.
Pirtûk ji aliyê Mihyedîn Nahrîn ve hatiye nivîsandin. Pirtûk nîşan dide ku çîrokên ji bo zarokan hatine/têne xwendin divê baş bêne hilbijartin. Wisa hatiye gotin: "Em hin caran ji zarokan re çîrokan dibêjin yan dixwinin, lê bêyî ku em hay ji peyam û tesîra wan hebin. Çîrok rê nîşanî zarokan didin û wan perwerde dikin. Bandora çîrokan li ser zarokan pir e, lewma divê em mezin hay ji çîrokên xwe hebin. Çîrokên me ji zarokan re gotî, bi awayekî pozîtîf yan negatîf tesîrê li wan dikin. Ji ber vê sedemê divê em çîrokên xwe baş hilbijêrin."
- Mîtos û Edebîyat Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de / Shahab Vali û Kenan Subaşi / Nûbihar / 384 rûpel / 2023 / Kurdolojî
- Bi Dîtin û Şahidiya Min Ebdulla M. Varli / Mehmet Sadik Varli / Nûbihar/ 224 rûpel / 2023 / Biyografî
- Alimekî Medreseyê: Mele Heyder Varli / M. Sadik Varli / Nûbihar / 192 rûpel / 2023 / Biyografî
- Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan / Mihyedîn Nahrîn / 168 rûpel / 2023 / Zarok


