Diyarname
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) vê şemiyê li Navenda Çanda Alî Emîrî ya li Fatiha Stenbole wê çalakiyeke li dar bixista lê Qeymeqamiya Fatihê çalakî qedexe kir
Li gor bernameyê bi navê "Çîrokên Xorasanê" bi beşdariya Ayhan Erkmen û Haşîm Ferhadî wê çalakî li dar biketa lê hat qedexekirin. NÇM'ê daxuyaniya nivîskî belav kir û got ku ev qedexe, qedexeya li ser çand û zimanê kutdî ye.
NÇM'ê diyar kir ku li hemberî qedexeyê ewê heman rojê heman saetê li navenda xwe çalakiyê li dar bixin.
Nûçeya Eleqedar:
- Sohbetek li ser çîrokên Xorasanê


