Diyarname
Rojnameger û Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sinan Aygul îro li Tetwanê rastî êrîşê hat. Aygul ku birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.
Li gor agahiya ku Aygul li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kir, parêzvanên Şaredarê Tetwanê yê AKP'yî Emin Geylanî ê bi navê Yucel Baysali û polîsê bi navê Engin Kaplan ku ew jî parêzvanê Şaredar Geylanî ye îro êrîşê Aygul kirin.
Aygul rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Îhtîmal heye ji bo dermankirinê wî bibin Wan an Amedê.
HDP: Em êrîşê bi tundî şermezar dikin
HDP'ê li ser êrîşa dijî Aygul peyamek belav kir û got, "Em êrîşa li hemberî rojnameger Sînan Aygul bi tundî şermezar dikin. Siyasetmader pişta xwe didin hêza desthilatdarî û derba kuştinê li rojnamegerên ku bi awayekî azad nûçeyan çêdikin dixin. Ev ji bo wan şerm e. Destê xwe yê ser rojnamegeran vekişînin." WALÎTÎ: POLÎS JI KAR HAT GIRTIN Piştî bûyer li nav tora civakî deng veda, Walîtiya Bedlîsê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, der barê xebatkarê Şaredariya Tetwanê Yucel Baysali û polîs Engin Kaplan de lêpirsîna adlî hatiye dest pê kirin, polis Kaplan ji peywirê hatiye girtin. (Ev not êvarê li nûçeyê hatiye zêdekirin)