Diyarname
Li Pekinê 32, li herêma Gansu 20 û li Guangongê jî ketina 9 muzeyan bê pere ye. Gel ji vê yekê memnûn e.
Hukumeta Çînê dixwaze di sala 2008'an de hejmara muzeyên ku bê pere hemwelatî bikaribin biçin û lê bigerin derxe 600'î, di sala 2009'an de jî hejmara muzeyên bê pere derxe 800'î.
Gel ji vê kirinê memnûn e, ji ber ku muze bê pere ne hem zêdetir kes diçin serdanê û hem jî bi vê yekê dikin ku asta çandê bilind bikin.
Hukumeta Çînê ji bo gel bê pere biçe li muzeyan bigere 17 mîlyon dolar butçe veqetand û ew pêşkêşî saziyên têkildar kir.
Li Pekînê niha 143 muze hene û ji wan 69 hebê wan girêdayî şaredariyê ne.
Li Çînê bi giştî 2 hezar û 300 muze hene û li gor agahiyên Wezareta Çandê par 150 mîlyon kes çûye serdana muzeyan.
Û agahiyên li ser Tirkiyeyê: Li Tirkiyeyê 187 muze yên girêdarî Wezareta Çandê hene. Ji bilî van hinek jî muzeyên taybet hene. Li Tirkiyeyê hemû muze bi pere ne. Li Tirkiyeyê tenê di Hefteya Muzeyan de hin muze deriyên xwe bê pere ji bo mêvanan vedikin.


