Diyarname
Pirtûkek din a çîrokan li çîrokên kurdî zêde bû: "Guliyên Ji Bêhna Şimamokan". Ev pirtûka çîrokan ku ji aliyê nivîskar Roza Metîna ve hatiye nivîsandin ji Weşanxaneya Aryen derket.
Pirtûka "Guliyên Ji Bêhna Şimamokan" ji 7 çîrokan pêk tê. Ji van 4 çîrok di pêşbaziyên cuda de xelat girtibûn. Di çîrokan de jin li pêş in, piraniya karakteran jin. Ligel vê motîfên kurdewarî jî xwe nîşan didin. Berga pirtûkê jî li ser van motîfan ji aliyê wênesaz Zehra Dogan ve hatiye çêkirin.
Rota Metîna kî ye?
Nivîskar Roza Metîna li Gundê Fitnê yê Dêrika Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navîn û ya amadekariyê li Dêrikê qedandiye, paşê li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Gihaştina Zarokan xwendiye. Heta niha di Zarok TV, Stêrk TV û Jin TV de bername pêşkêş kirine.
Heta niha rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê û PEN'a Kurd de peywir girtiye ser milen xwe.
Metîna ku niha di JINNEWS’ê dixebite heta niha ev pirtûkên wê derketine:
- Bilindahiyên Xwedanwend (Helbest, Weşanên Tevn, 2014, çapa 2'yan Weşanên J&J, 2019)
- Hêviyên Dilazad (Helbest, Weşanên J&J, 2015, çapa 2'yan Weşanên J&J, 2019)
- Sêgoşe û Çargoşe (Çîroka Zarokan, Weşanên Hîva, 2017)
- Tilîya Qereqûçkê (Helbest, Weşanên J&J, 2019, çapa 2'yan Weşanên J&J, 2020)
- Rabûna Berî li Gulberojan (Antolojiya nivîskarên girtî) / Amadekar Roza Metîna, Jîyar Jahan Fard (Sîtav / 2023)
- Guliyên ji Bêhna Şimamokan (Weşanên Arjen, Çîrok, 2023)
- Guliyên Ji Bêhna Şimamokan / Roza Metîna / Weşanên Aryen / Çîrok / 2023 / 80 rûpel


