logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Sînemardîn bi bernameyeke têrtije tê

Sînemardîn îsal 7'emîn car lidar dikeve. Di festîvalê de gelek fîlmên kurdî jî hene.

  • Dîrok: 31/05/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Sînemardîn îsal 7'emîn car lidar dikeve. Di festîvalê de gelek fîlmên kurdî jî hene.

Festîvala Mêrdînê Sînemardîn îsal di navbera 8-15'ê pûşperê de dê 7'emîn car li dar bikeve. Di festîvalê de bi dehan fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm hene ku di nav de gelek fîlm û belgefîlmên bi kurdî jî hene.

Di beşa kurtefîlman de 10, di beşa belgefîlman de 9 belgefîlm bi hev re dê bikevin pêşbaziyê.

Murathan Mungan dersê dide

Gelek kesên navdar jî di çarçoveya festîvalê de dibin  mêvanên Mêrdînê. Yek ji wan Murathan Mungan e ku wekî "Mêvanê Rûmetê" dê li Mêrdînê be û dersê bide. Di atolyeya ku wê bi mijarên 'di nivîsandina senaryoyê de rewşa dramatîk, gramera cureyan, matematîka vesazkirinê' de wê Mungan dersê bide.

Demirkubuz bi temaşevan re tê ba hev

Yek ji derhênerên navdar ê Tirkiyeyê Zeki Demirkubuz ku herî dawî fîlmê xwe "Yeralti" kişand û di Festîvala Fîlman a Stenbolê de xelata Derhênerê Herî Serketî jî di nav de 5 xelat girt dibe mêvanê Sînemardînê. Demirkubuz piştî nîşandayina taybet a Yeratiyê dê bersiva pirsên temaşevanan bide.

Şewket Emîn Korkî jî tê

Derhênerê kurd Şewket Emîn Korkî bi fîlmê xwe yê duyemîn "Kick off Kirkuk" dibe mêvanê Mêrdînê. Fîlm li Kerkûkê hatiye kişandin. Jiyana kurdên piştî têkçûna Sedam Huseyîn careke din vegeriyane Kerkûrê ku li stadeke fûtbolê cihwar bûne mijara fîlm e. Piştî nîşandayîna fîlm Şewket Emîn Korkî dê derkeve pêşberî temaşevanan.

Derhênerê 'Mîkrofan'ê tê

Derhêner Ehmed Ebdulla (Ahmad Abdalla) ji Misrê û ye di sala 2010'an de fîlmekî bi navê "Mîkrofan" bi makîneya fotografan 7D kişand. Fîlmê ku li Îskenderiyeya Msirê hatiye kişandin bi ser muzîkê re balê dikişîne ser pirçandîniyê. Fîlm di sala 2010'an de li Festîvala Fîlman a Kartacayê û di sala 2011'an de li Festîvala Fîlman a Stenbolê Xelata Fîlmê Herî Serketî girt. Ebdullah digel "Mîkrofon"ê dê li Mêrdînê be.

Mecîd Mecîdî jî tê

Ji Îranê îsal derhêner Mecîd Mecîdî dibe mêvanê Sînemardînê. Par derhênerê kurd Behmen Qubadî bûbû mêvan, Sînemardînê îsal gazî Mecîd Mecîdî kiriye. Mecîdî (1959, Tehran) di salên 1980'yan de dest bi kişandina kurtefîlm û belgefîlman kiriye û yekemîn fîlmê xwe yê metrajdirêj jî di sala 1992'yan de kişandiye. Di sala 1997'an de fîlmê wî "Zarokên Bihuştê" bûye berendama xelatên Akademiyê. Mecîdî ku heta niha fîlmên wekî "The Fathen" (1996) û "Baran", "Strana Çivîkan" kişandine, li qada navneteweyî gelek xelat jî girtine.

Fîlmên bi kurdî

Di festîvalê de gelek fîlmên bi kurdî jî hene. Di warê fîlmên metrajdirêj de wekî fîlmên bi kurdî ev fîlm hene: "Anadilim Nerede" (derhêner Veli Kahraman), "Dengê Bavê Min" (DerHêner Orhan Eskikoy, Zeynel Dogan), "Kick-off Kirkuk" (Derhêner Şewket Emîn Korkî), "Ez Firiyam Tu Ma Li Cih" (Derhêner Mizgîn Mujde Arslan), "Rêç" (Derhêner M. Tayfur Aydin), "Li Vir" (Derhêner Haco Çeko)

Belgefîlmên bi kurdî

Di beşa belgefîlman de jî çend belgefîlmên bi kurdî hene. "Evcilik" ê Bingol Elmas ku li ser keçên di zarokatî de dizewicin; "Maya" yê Rodi Yuzbaşi ku bi ser dengêjan re parçeyeke jiyanê nîşan dide; "Min Kîyim" ê Esin Akgul ku li ser eşîra Şêxbiziniyan hatiye kişandin; "Dengê Pepûkê" ê Caner Canerik ku li Dêrsimê li ser lêgerîna kokek hatiye kişandin; "Rewşen" ê Cemil Oguz ku bi ser kovara Rewşenê re qala zimanê-wêjeya kurdî û anekdotên salên 90'î dike dê derkeve pêşberî sînemahezên Mêrdînê.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Biden paketa alîkariya 95 mîlyar dolarî îmze kir

ad

Vanspor bi penaltiyan bi ser ket

ad

Wezîrêt êşa zirav

ad

Fîlmên kurdan berendamên Siyadê ne

ad

îdîayek balkêş: Kurdan leşkeran tirkan desteser kirin

ad

Beşîktaşî ji Olympiakos avantaj bi dest xist

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname