Diyarname
BRICS piştî 2010'an yekem car fireh dibe û endaman zêde dike. BRICS ji bo endamtî bangî welatên wekî Erebistana Siûdî, Arjantîn, Mîrektiya Ereban, Etiyopya, Îran û Misirê kir.
BRICS çi ye?
BRICS ji welatên Brezîlya, Rusya, Hindistan, Çîn û Komara Başûrê Afrîkayê pêk tê. 15'emîn Civîna BRICS'ê li Johannesburga Afrîkaya Başûr li dar ket. Serokê Rusyayê Vladimir Putin bi telekonferansê beşdarî civînê bû û banga endamtiyê kir. Putin gotiye ku BRICS dê hê mezintir bibe û giotiye, "Bikaranîna pereyeke hevpar girîng e. Ev meseleyeke tevlihev e lê ji bo çareserkirina pirsgirêka girîn e û emê bi vî awayî ber bi pêş ve herin."
Serokomarê Başûrê Afrîkayê Cyril Ramaphos diyar kir ku wan banga endamtiyê kiriye. Welatên navborî ger bibin endam hejmara endamên BRICS'ê dê bigihîje 11'an. Li gor bernameyê endamtiya van welatan dê serê sala pêşiya me dest pê bike.


