Diyarname
Li Spanyayê ji bilî spanyolî zimanên wekî aragonî, arancî, baskî, katalanî, leonî û galîsî wekî zimanên fermî hatine qebûlkirin. Ji van zimanan niha ji bo hin jê bibin zimanên fermî yên Yekîtiya Ewropayê (YE) hewldan hene. Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez di nav vê hewldanê de ye.
Hefteya borî bi fermana Sanchez nameyeke ji bo YE'yê hat şandin û têde hat xwestin ku baskî, katalonî û galîsî bibe zimanê fermî. Di vî warî de encam dê çi be nayê zanîn lê qala maliyet, xebatkarên ku vê bikar bînin û helwesta welatên din tê kirin.
Konseya Karên Giştî ya YE'yê li ser vê yekê biryarê dide û meha pêşiya me dê li ser meseleyê nîqaşê bikin.
Li YE'yê ji 27 welatan 24 zimanên cuda têne bikaranîn. Her belgeyê ku tê amadekirin bi zimanên cuda tê amadekirin, ji bo her civînê bi dehan wergêr amade dibin. Loma jî tê gotin ku her zimanek nû bi awayekî fermî bê qebûlkirin ji aliyê aborî ve li ser wan dibe bar. YE'yê herî dawî di sala 2013'yan de hirvatî wekî fermî qebûl kir. Zimanê îrlandî di sala 2007'an de bi awayekî fermî hat qebûlkirin, lê piştî salan xebata wê temam bû ket nav wan zimanan.


