logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket
  2. ‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn
  5. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
news-details

“Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne”

  • Dîrok: 07/10/2023
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn Cemil Oguz

Kovareke bi kurdî, di warê xwe de tekane. Em qala LEWergerê dikin… LEWerger meha borî hejmara xwe ya 4’emîn derxist û bi vê yekê sala xwe temam kir. Di salek de bi giştî 215-220 tekst wergerandine ku ji 200’î zêdetirê van helbest in. Dîsa di salek de 50 kesên cuda tiştin wergerandine û ev wergerên wan di kovarê de hatine belavkirin. Ji bo salvegera kovarê, ji bo em bala xwe bidin ser wergerê û qîmeta wergerê bo kurdî, her wiha ji bo em hinek hewl hişmendiya xwedîtî li vê kovarê û kovarên din jî çêbibe, me li deriyê kovarê da. Rêveberên LEWergerê li ser navê kovarê bersivên me dan. Kerem bikin em bi hev re li rewşa salek, ji niha û pêde û bi giştî meseleyê binêrin.

***

Hûn dixwazin em ji serî dest pê bikin: Kovara LEWerger ji ber kîjan pêdiviyê/pêdiviyan dest bi weşanê kir?

- Em bi dilekî lebikî bêjin ku îro roj li dinyayê netewa herî mezin a bêstatu netewa kurd e. Kurd nola noka li kevir ketî li dinyayê belav bûne. Ji bilî zimanên serdestên xwe bi gelek zimanên dîtir jî dizanin, dixwînin û dinivîsin:

Kêm zêde sedsaleke sax û neşikestî ye ku kurd li welatên kafkasyayê di nava çendîn çandan de dijîn, serwextî wan war û welatan, çand, zar û zimanên wan in. Û dîsa li Amerîkayê, li bêjimar welatên Ewropayê serjimareke zêde zêde kurd dijîn û bi zimanên wan diaxivin, dixwînin. Yaniya yanî, kurd li tevahiya dinyayê berbelav in; kelepora gelek welatan dinasin, bi gelek zimanan dizanin, ji helbestê, wêjeyê hez dikin û di vê mijarê de hewl û pêwendiyeke wan a darîçav heye. Me jî got, eger di vê biwarê de delîve yan delaveke kurdewar hebe ev pirzimanî dikare xwe lê bigire û ev ê dergehin din li ber kurdî veke û dikare vê rewşê veguherîne sermiyanekî entîke. Aha axir û encam, me ji ber vê pediviyê, li gorî xwe û bihîstyariya xwe xwest dest bidin vî karî û LEWerger jê vê rastiyê wiha bi gewde bû. Me xwest hûr û gir xwende û nivîsendeyên kurd bikaribin ji vê keysê bihavilin, helbestên cihanê bi zimanê xwe bixwînin, feyzê jê werbigirin, dilê xwe pê xweş û hişê xwe pê geş bikin da ku bi serwextiya helbesta dinyayê bikaribin helbesteke çêtir lêkin. Û vêga kovareke ku xwerû wergera helbestê ye wiha berdest e. 

We hilbijartina nav, rastkirina dîzyana wê çawa çêkir? Ji bo şikildayîna dawî we çiqas dem xerc kir?

- Nav hem nasname ye, hem zanav e; serê sedê ye! Di mesela hilbijartina navê kovarê de me hem pevre û wiha jî ligel gelek heval û hogiran gelek şêwr û mişêwre kirin. Li ser gelek navan guftûgo çêbûn. Me dixwest nav navekî li gorî kovara wergerê be, argumantatîf be; tîpa “W“ ji hêla wateyê ve çalak be, qesta me derbibe û asoxî me li ser navê “LEWerger” ê li hev kir.

Li ser dizaynê jî fikrên me hebûn; ewil diviyabû tiştekî sade û li gorî naverokê xwebêj bûya. Me li ser vê yekê daxwazên xwe bi hevalê grafîker re parve kirin û halê kovarê yê heyî derkete holê.

Axir, em li ser nav û naverokê, li ser bergê, şekl û şemala kovarê peyivîn, me ji 2-3 mehan bertir ve hin axaftin ligel kesên serwext ku bi karê wergerê radibin re kirin. Me erê û nayên xwe, wezin, şewr û pîvanên xwe danîn. Dema ku me qeweta derxistina kovarê bi xwe re dît, me ya dilê xwe bi belavoka xwe beyan kir û me dest bi amadekariyên xwe kirin. Kêm zêde wilo...

Pirsa rojane ev e bi ya min: Di dema ku weşanên çapkirî (kovar, rojname) di nava zehmetiyên aboriyê yên çapkirî de ne we çawa cesaret kir kovarek çapkirî derxin? Meseleya aborî hûn çawa çareser dikin?

- Karên wiha poetîk ne karên destfirehiyê ne, elzem in; nebin nabe! Di firehiyê de her kes dikare karên wiha bike, kovaran derbixe, pirtûkan çap bike û yan tiştine din... Ya girîng ew e ku mirov di tengasiyan de jî hay ji pêdiviya xwe hebe, ji ya xwe neyê xwarê û daxwaza xwe pêk bîne. Erê, rast e, merc ne guncav in; lê ma ji bo kurdî merc kengî guncav bûn? 

Kurdî û wiha jî LEW kêm tê xwendin, lew jî çapkirina kovarê karekî sext e. Kovar zêde nayê firotin û bivê nevê madî û hem manewî me dike tengasiyan, lê rê hene û divê meriv rê bibe ser wan rêyan. Yê me bi xwe, em ê li dû vî karî bin; heya ku rêyeke me ya bi qasî qula derziyê jî hebe.

Me her sê hejmarên sala ewil bi sponsoriya PirtûkaKurdî deranîbûn; peymana me salek bû. Ji hêla xwedîtiya fermî ve PirtûkaKurdî hê jî yarmetiya LEWê dike.

Hem ji ber rista xwe ya di bazarê de û hem ji ber piştevaniya xwe ya ji bo LEWê spasiyeke xweşik heqê PirtûkaKurdî ye. 

Ji hejmara çaran pê ve jî em hewl didin bi îmkanên xwe yan jî bi piştevaniya canik û camêrinan kovarê çap bikin. Niha xem tune, wê bibe. Lê mebesta me ya asas ew e ku em aboneyan peyde bikin û vê arîşeyê bi rêya aboneyan çareser bikin.

Û halê hazir mijara sereke ji bo me kovareke hê çaktir, têrnaverok û tijetir e.

Ev pirsa min bi du awayan e: Kovar çend heban çap dike û difroşe, ev bes e yan na? Li aliyê din eleqeya manewî çi ye, ev eleqeyeke baş û bes e yan na?

- Helbet na, ne bes e: Her sê hejmarên ewil wekî hezar heb dihatin çapkirin û gelekî kêmî hejmara çapê dihatin firotin. Ji hejmara çaran û pê ve me daxist pêncsed hebî. Mixabin xwendin jî û kirîn jî pir kêm e. Li cem me kurdan pirbêjî her edet e û yên dipêjin her dimînin kêmrêje... Lê ev jî li ser seran. Ma jixwe ku her kesî bi qasî nîvê gotina xwe bikira çi derdê me dima!

Li hêla din, helbet helbest e, kovara wergerê ye... Li cihekî em wiha jî difikirin: Ev karê ku ev kovar dike wê ji arşîvê re, ji bîra kurdî re, yanî wê ji zemên re bimîne; wê zimên bimeyinîne. Ev motîvasyon bi xwe ji gelekî gelektir hêja ye û belkî ya girîngtir ev e.

Em bên ser salvegerê. Sala we temam bû. Bi hêviya gelek salên din. Piştî temambûna salê, îstatîstîk ber destên we hene: Gelo we çend helbest heta niha wergerandin? Çend kesan werger kiriye? We ji çend zimanan werger kiriye?

- Gelekî spas. Belê, salek qediya... Bi hêviya ku LEWerger gelek salan bijî, rê li ber kar û barên bedewtir veke, nemaze jî ji wergêran re hin derfetên dîtir ên xwederbirinê bi dest ve bîne. Ji bo me bi xwe karekî delal pêk hat; vî karî sebebî li me û tecrubeyeke dîtir kir, me gelek kêmanî dîtin û têkûz kirin, vê jî kir ku em çêtir û paktir parve bikin, wêdetir xem bikin û bêtir hewl bidin, zêdetir bidin bistînin û bi awirekî dîtir li vî karî binêrin. 

Ta niha, bi giştî 215-20 tekst hatine wergerandin û weşandin, kêm zêde ji 200’î bêtirî van helbest in. 

Pêwendiya me ligel 65-70 wergêrî heye. Lê yên di kovarê de wergerên wan derçûne di ser 50 kesî re ye.. Gelekê wergêran ji destpêkê ta niha bi dilsozî û bi dilxweşî hevalbendiya me kirin û xwediyê kedeke yekta ne. Hin jî hejmar bi hejmar li kovarê zêde bûne û bi demê re keda xwe daxilî LEWê kirine. Bi vê boneyê, em careke din silavê li keda wan vedidin; spasiya herî xweşik heqê wan e. Her wiha, silavên kurmanciyane ji bo edîtorên me; divê em bêjin, tişta LEWergerê delaltir dike ked e, nemaze jî keda edîtoran e.

Ji aliyê zimanan ve jî LEW dewlemendiyeke mezin di xwe de dihewîne. Ta niha ji çardeh zimanan: swêdî, yewnanî, îtalî, galisyanî, norwecî, rûsî, ermenî, bûlgarî, îspanyolî, almanî, erebî, farisî, fransî û îngilîzî werger hatine wergerandin.

Bi wergera helbestên ji gelek zimanan wê LEWerger hejmar bi hejmar ciyê xwe di nava edebiyata kurdî da qehîmtir bike û ji xwînerên edebiyata kurdî re mîraseke mezin bihêle.

Te hin tşite gotin lê dîsa jî ezê vê pirsê bi vî awayî bikim: Qîmeta kovareke wergera helbestê ji bo ziman çi ye?

- Ne bi tenê kovar lê her cure werger ji bo geşedan û pêşketina ziman nameteke mezin e: Ziman zindiyekî di ser xwe re ye. Bi xêra wergerê bêtir jêder lê derdibin û bi pîbariya wergerê ziman çêtir rê dibe ser xwebûna xwe, çemk û şax û gulî çêtir lê reng didin, xwe û wêdetirî xwe çêtir dinase û bi nav dike, her ku wêdêtirî buhura xwe qam dike serwextir dibe, lew jî dikare xwe wêrektir li sînoran rakişîne. Wergêr û ziman têkilhev in; ew jî zorê dide xwe û zimên, bîra xwe û ya zimên, asoyên xwe û yên zimên. Heya ku jê tê derfetên zîmên bikar tîne, xwe ji zimên re zimên ji xwe re dike pişt. Ev yek jî dike ku hem wergêr û hem jî awayê bikaranîna wî/wê ya zimên bêtir têra wî û zimên bike û werger ji hêla hunerbazî û wejeyî ve bigihêje asteke estetîktir û rewantir.

Ev pirseke bi giştî ye, lê ez vê pirsê nekim wê kêm bimîne: Gelo kovar xîtabî ciwanan, nûciwanan jî dike yan na? Ji ber ku tê zanîn, yên temenmezin, navsere, kurdî dixwînin, lê meseleya yên temenciwan di vir de di çi astê de ye? Mirov dikare çi bike?

- LEW xîtabî her xwînerî dike. Tê de ji gelek zimanan werger û gelek nivîskarên çend sedsalên dawîn yên cihanê hene. Çawa ku dema helbestek, metnek tê nivîsandin ne tenê ji bo nifşekî yan jî emrekî eşkere tê nivîsandin, wergerên ku em diweşînin jî bi vî awayî ne. Xwînerên jîr û serxwextî wêjeyê jixwe bi her awayî dixwînin. Helbet berê me jî li wî/wê xwendekarê/a jîr e... Kovara me ne kovareke aktuel, ne kovareke çanda populer yan jî kovareke populîst e. Em ardûyê xwe ji rabirdûya wêjeyê tînin û tenûra xwe wiha pê germ dikin. Xwînerên ku em xitabî wan dikin jî ew e; hindik e lê rindik e. Helbet bi wergerandin û weşandina metnên hê qewîn û balkêştir û bi danasînên hê giştîtir em ê hewl bidin ku pêde pêde vê berdiyê li xwe fireh bikin, lê wext divê. 

Li vir dixwazim pirsek wisa bikim, siyaseta kurdî, çapemeniya kurdî, bazara kurdî eleqeyek, nêzîktêdayîneke çawa nîşanî Lewergerê dide?

- Ji bo ku meriv bikaribe bazareke têrzindî bi dest bixe, kar û hewlên gelemper divên. Lê hewl heta derekê ne û bazara me jî li ber çav e. Mekanizmayên bişaftineke pirhêl û xedar li kar in. Çendek navên xemxur û hewlên wan ne tê de, siyaseta kurd û siyasetmedarên kurd ên ji her fikrê di vê mijarê de ji dagirkeranên xwe gunehkartir in; bêsiyasetî û bêsiyanetî kirine bela serê kurdî. Ne perwerdehî, ne mafê zimên ên zarokên me, pêşeroj ne li ser bala sazûmana siyasete ye. Di mijara zimên de ne xwediyê tu fikrekê, tu vîzyonê, tu polîtikayê ne. Her wiha, karin jî hene ku dikevin ser milên çapemeniyê, rojnameger û malperên kurdî. Mixabin gelek ji wan jî tew ne bi minê û ne bi teyê... di warê danasîn û rexnekirina berhem û xebatên kurdî de gelekî zexel û çiminjê ne! Çapemenî te got, ku karek bû, ku berhemek weşiya û hwd. divê jixweber û bi erka xwe rabe, nûçeyekê çêbike, an danasînekê bike, yan rexneyekê, pirsekê bike da ku meriv bêtir li xwe ho vede, hay ji xwe xwe bibe û zanibe ku heqeten jî wa ye guhê wan li mere ye...

Lê mixabin ya me, hin jê sosret in, hew dimîne ku nûçe û danasîna kovarê jî ji me bixwazin! De îcar ka meriv çi hêviyê ji vê siyaseta bêsiyanet û ji vê çapemeniya bêehliyet bike!..

Gelo der barê helbestên hûn ji zimanên din werdigerînin ser kurmancî, di aliyê wergerê de, çi ji xwendevanan, çi ji helbestkar û wergêran ve erênî neyînî rexneyên li we tên girtin hene yan na? Her wiha, pêvajoya weşandina wergerekê çawa bi rê ve diçe?

- Bi awayê devkî erê, gelek gelek caran bertek û rexneyên baş ji wergêran jî û ji gelek helbestkar û nivîskar û xwendevanan jî tên/hatine. Bi awayê nivîskî jî 2-3 nivîskaran di malper û rojnameyan de danasîn û krîtîk li ser nivîsîne. Lê hew ev.

Li hêla din, heya niha em pêrgî rexneyên wiha zêde kûr, dûr û dirêj nehatine. Helbet em bi xwe jî zêde hûrbijêr û nişmî tevdigerin, heya ku em biryara weşandina wergerekê didin em wê di dehan bêjingan werdidin. Berhem ewil tê xwendin, li gorî çawaniyê wê berî ku ji edîtor re were şandina ewil redakte dibe da ku kar ji edîtor re nemîne û da ku edîtor bikaribe serê xwe çêtir bi edîtkirina wê re biêşine, paşê dîsa vedigere ber destê redaktor û redaktor tevî wergêr xal û têbiniyên edîtor ên li ser danberheva wê bi ya resen re ji nû ve revize dike û awayê dawîn wiha didirûve û tê weşandin. 

Wekî din, heya ji me tê em wergerên ji zimanê resen diweşînin. Eger ji zimanekî sêyem jî hebe (jixwe ta niha 2 heb in), pir nêzî zimanê resen e û hingê jî bi awayekî berawirdkirî tê weşandin.

Pirsa xwe ya dawî dixwazim wisa bikim: Li gorî helbestên hûn ji zimanên din werdigerînin dibe hizrek we ya hevrûkirina helbesta kurdî û zimanên din çêbûbe. Gelo li gor helbesta wan zimanan bi we helbesta kurdî di çi astî de ye?

- Belkî jî divê em vê pirsê ji xwendeyên kurd û xwendevanên LEWê bikin. Wekî xwende û xwendevan wê danberheva wan çêtir û objketîftir be.

Lê em bi çend gotina wiha bêjin: Helbesta kurdî esas helbesta civakeke ji xwe re derengmayî ye. Erê, gelekî giran diteqile, lê hêdî hêdî jî çetir diedile û niha jî ne kêm e; bi xêr û guneh, bi hêlên xwe yên qels û qewîn helbesteke kurdî ya têra xwe zindî û kemilî heye, lê helbet pêdiviya wê hê jî bi wextê û bi bazareke livgîntir heye.

Eger xwendina bi kurdî û perwerdehî ji civaka me re bibin elzemiyek, eger bazar û domdariyek jê re hebe, eger xwedî û xwendevanên wêjeyê, helbestê bêtir bibin, eger xwendevanên dinyanas û rexnegirên çêkir ên helbesta kurdî zêdetir bibin, wê helbesta me bi dengekî hê resentir biteqile ji xwe û wêdetir...

 

 

 

 

 

***


DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):

- '99 Morîkên Belavbûyî' bi almanî li Pêşangeha Pirtûkan a Frankfûrtê ye

- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e 

- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî? 

- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne 

- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye 

- Piştî şer yekem hejmara Playboy derket

- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?

- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê

  

 

  

Hesabên Diyarnameyê

- twitter.com/diyarname1

- facebook.com/diyarname

- instagram.com/diyarname1

- youtube.com/diyarnamediyarname

Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com

  


Parve Bike

Youtube Me

"Queen At Sea" mirovan dide fikirandin

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Bi hezaran kes herikîn qontara Cudî

ad

Ji raseran re rêvekere tu jina kurmanc…

ad

'Yên li dû me dikenin çawa emê bi wan re bên ba hev?'

ad

Malpera Zimanperwer dîsa dest pê kir

ad

Berhem Salih bû Serokomarê Iraqê

ad

Serê înan de belgefîlm virazenê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

  • 15 04 2026
news

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

  • 15 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Di Lîga Ewropayê û ya Konferansê de jî nîv fînalîst diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname