Diyarname
Komeleya Wêjekarên Kurd (KWK) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi hevkariya Weşanxaneya Moriyê ji bo zarokan "Kargeha Çîrokên Afirîner" li dar dixe. Dê û bavên bixwazin dikarin zarokên xwe bişînin.
Kargeh wê li Zarok Ma’yê 15’ê vê mehê di navbera saetên 16.00-17.00’an de li dar bikeve. Nivîskar Mem Bawer ku heta niha 14 pirtûkên wî yên zarokan derketine dê dersê bide.
Her du komeleyan di daxuyaniya ku belav kiriye de wisa gotiye, “Em ê di kargehê de li ser çîroka kurdewar û folklorîk a ‘Hebhinarê’ rawestin. Berî xwendinê em ê fikr û dîtinên zarokan ji wan bipirsin. Paşê dê çîrok bê xwendin. Piştî xwendinê dê kargeh bi pirs û bersiv û nirxandinan bidome. Paşê ji bo xewn û xeyalên zarokan pêş bikevin em ê li ser mijareke dîyarkirî ji zarokan bixwazin ku vê carê ew çîrokekê binivîsin. Her wekî din paşê em ê li ser çîrokên ku hatine nivîsîn gotûbêjê bikin. Zarokino dema hûn hatin kargehê ji bîr nekin, xeyalên xwe jî bi xwe re bînin.”
Zarokên di navbera temenên 10-14’an de dikarin serî lê bidin û ji bo 15 beşdaran sînor danîne.
Ji bo têkilî: 0541 195 1703


