Mîrza Ronî
Di wesayaîta ku 23 penaberên kurd tê de li Almanyayê qezaya trafîkê derbas kir û heta niha di nav de yek jê zarokê 6 salî, 9 kesî canê xwe ji dest da.
Penaberên ku ji bajarên Kurdistanê; Amed, Mêrdîn û Wêranşarê wekî penaber ji Avusturya derbasî Almanyayê bûn, li ser rêya A94 a herema Amfing a Munîhê qeza kirin. Li gorî agahiyan; roja pêncşemê derengê şevê, dema wesayîta polîsên alman dikeve pey wesayîta penaberan, piştî demekê wesayît qeza dike û 9 kes di qezayê de mirin. Birîndar jî rakirin nexweşxayeyên derdora bajarê Munîhê. Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e.
Li gor agahiyên hatine belavkirin yêpirsîna li ser qezayê didome û ajokarê wesayîtê jî hatiye girtin.
Li ser vê qezaya balkêş çepemeniya tirk di malperên wekî; F5haber.com, sozcu.com, yenicaggazetesi.com de kesên di qezayê de canê xwe ji dest dane wekî penaberên sûrî û tirk dan nasîn. Lê belê li gorî agahiyên ji kurdên ku li bajarê Munîhê dijîn, hat zanîn ku kesên di qezayê de mirine kurdên ji bajarên bakurê Kurdistanê ne.


