Diyarname
Di Dora 3'yem a Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de Amed Spor ligel Vartaş Elazigsporê lîst û bi 2-1 bi ser ket. Di encama vê serketinê de Amed spor derbasî Maçên Koman bû.
Maçên Dora 3'yemîn ên Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê 1,2'yê mehê hatin lîstin (yên mayî dê 3'yê mehê bêne lîstin). Di maçên 1 û 2'yê mehê de Aydinspor, Antalya, Kayseri, Amed, Buyukçekmece, Bursa, Konya, Bandirma, Tuzla, 1461 Trabzon, Mersin, Buca, Bolu, Kastamonu, Etimesgut, Kardemir Karabuk, Şanliurfa, Înegol, Karşiyaka, Sivas Belediye, Rize bi ser ketin û derbasî Maçên Koman bû.
Di van encaman de ya balkêş ew bû ku tîmên Super Lîga Tirkiyeyê Kasimpaşa (li hemberî Kastamonu), Osmanli (li hemberî Buyukçekmece) têk çûn.
Ji tîmên kurdan Amed Spor ligel Vartaş Elazigsporê lîst. Nîveka yekemîn a maçê bi 0-0, di deqîqeya 70'ê de Lamjed Chehoudi got avêt û bû 1-0. Amed sporê di deqîqeya 80'ê de bi Şehmus Ozer bersiv da û 90 deqîqeyên maçê bi 1-1 bi dawî bû. Di deqîqeyên zêdek de li ser navê Amed Sporê Deniz Nakî di deqîqeya 100'î de gol avêt û maç bi 2-1'ê serketina Amedsporê bi dawî bû. Vartaş Elazig di PTT Lîga 1'emîn, Amed Spor di Lîga 2'yemîn de dilîze ku dema li statuya herduyan mirov dinêre ev serketin ji bo Amedsporê wekî serketinek mezin dixuye.
Ji tîmên Amedê "Diyarbekir Spor" roja 3'yê mehê ligel Adanayê û bi 3-1 têk çû
Ji bo Maçên Koman dê 7'ê vê mehê pişke bê kişandin.


