Diyarname
Derhêner Çayan Demirel nexweş ketibû û sedî 99 astengbar e. Lê ligel vê yekê jî cezayê hepsê lê hatiye birîn. 99 kes û saziyan banga betalkirina cezayê kir.
Derhêner Çayan Demirel ligel Ertugrul Mavioglu bi navê "Bakur" di sala 2013'yan de belgefîlmekî kişandibû. Piştî vê xebatê Demirel bi nexweşiyê ket. Û piştî ku belgefîlm li hin deran hat nîşandayîn derbarê derhêneran de doz hate vekirin.
Doz 7 salan dom kir û dadgehê 2 sal û mehek cezayê hepsê lê birî.
Di dema nexweşiya xwe de Demirel ji mirinê filitî, niha sedî 99 astengbar e. Ji ber ku talûkeya ketina wî ya hepsê heye 99 kes û hin saziyan bang kir û xwest cezayê wî bê betalkirin.
Kesên îmze avêtine bin metnê wisa gotiye, "Dema em nirxên gerdûnî yên mirovî bigirin ber çavan, em dibînin ku Çayan Demirelê sedî 99 astengbar li girtîgehê dê nikaribe pêdiviyên xwe bîne cih. Mirov rewşa wî ya tenduristiyê bigire dest, daxwaza betalkirina cezayê dibe pêdiviyeke mirovî ya sereke. Em bang li hemû raya giştî dikin ku bi hestiyar be."
Va ne yên metin îmze kirine:
A.Serdar Koçman, Abdullah Demirbaş, Ahmet Onal, Ahmet Uçar, Akin Atauz, Akin Birdal, Ali Baran Dersim, Ali Ekber Kaypakkaya, Amele Can, Ankara Duşunceye Ozgurluk Girişimi, Aris Nalci, Attila Tuygan, Avrupa Surgunler Meclisi, Ayşe Hur, Ayşe Yumli, Aziz Tunç, Babur Pinar, Baskin Oran, Berk Ozdemir, Berker Ozagaç, Canan L. Kaplan, Cengiz Aktar, Ceren Gundogan, Denis-Dion Dreisbusch Deniz Yildizi Kadin Dayanişma Dernegi, Diyalog Grubu Dogan Bermek, Dogan Ozguden, Duşunce Suçuna Karşi Girişim, Enver Enli, Erdogan Kahyaoglu, Eren Keskin, Ergun Babahan, Ergun Ortak, Ertugrul Mavioglu, Esra Koç, Esra Mungan, Ezeli Doganay, Fatin Kanat, Fatma TOre, Fazil Ahmet Tamer, Firat Ateşogullari, Fikret Başkaya, Fusun Erdogan, Gençay Gursoy, Gulizar Kiliç, Gun Zileli, Gurhan Ertur, Hacer Koçak, Hakan Turkmen, Hakki Ozdemir, Halil Savda, Hanife Ors, Hicri İzgOren, Hilmi Toy, Huseyin Alataş, Huseyin Berkan, Huseyin Habip Taşkin, Huseyin Şenol, İbrahim Betil, İnci Tugsavul, İnsan Haklari ve Dayanişma Dernegi, İrfan Aktan, İsmail Aktaş, İsmail Beşikçi, İsmail Cem Ozkan, İsmail Çoban, Korkut Akin, Kuvvet Lordoglu, Leman Stehn, Mahmut Konuk, Mahmut Uzun, Mehmet Yusufoglu, Meryem Guneş, Mihail Vasiliadis, Mustafa Diyar Demirsoy, Mustafa Erdemli, Mustafa Şener, Nabi Kirman, Nazar Buyum, Nejla Okyay, Nurten Kirmizigul, Ozgur Başkaya, Ozgur Tiyatro, Pervin Erbil, Ragip Zarakolu, Ramazan Gezgin, Rauf Uluç, Sait Çetinoglu, Selo Ugurel, Sema Vural, Sibel Ozbudun, Şahin Çokbilir, Şanar Yurdatapan, Şevket Karakuş, Şiar Rişvanoglu, Şukriye Ercan, Temel Demirer, Umit Kardan, Xeta Sor, Yaşar Othan, Yildiz Aydin, Yilmaz Demir, Yurttaş Girişimi, Zeynep Tozduman.


