Diyarname
Li Amedê dika Şanoya Bajêr a Amedê yek ji cihên navendî ya xebatên çand û hunerî ye. Di nav bernameya meha reşemiyê de 9 listikên şanoyê yên cur bi cur û konserek heye.
Bername bi lîstika Şanoya Bajêr a Amedê "Dek û Dolaên Scapen" dest pê dike. Lîstik 2 û 3'yê mehê li ser dikê ye. Ji lîstikên Şanoya Bajêr "Mirina Jeanne D'arce ya Din" 16 û 17'ê mehê, "Hundir an Derve" 23 û 24'ê mehê tê lîstin.
Çalakiyên din ên li nav bernameyê aîdê şanoyên mêvan in. Ji van Stand-upa Erdal Kaya bi stand-upa xwe "Vik û Vala" 4'ê mehê du caran (saet 15.00 û 20.00) û 25'ê mehê jî bi heman awayî dê li ser dikê be.
Salih Ozyildiz jî bi stand-upa xwe "Du ziman" 9 û 10'e mehê (saet 19.30) li ser dikê ye.
Amer Ensemble bi "Gonulsuz Gonul Doktoru" 11'ê mehê, Yeni Sahne ya BAtbanê jî bi "Serbaz"ê 20'ê mehê li Amedê ye.
Lîstikan din a Yeni Sahneyê ku dibe mêvanê Amedê jî "Forsa Şerko" ye ku 27'ê mehê (saet 20.00) derdikeve pêşberî şanohezên Amedê.
Bernameya Şanoya Amedê 28'ê mehê bi lîstika "Çinur" bi dawî dibe. "Çinur" lîsteka Teatra Ba ye û saet 19.30 de wê li ser dikê be.
Ji bo têkilî:
0412 224 24 25
**
Nûçeyên Eleqedar:


