Diyarname
Hevalê me Zekî Ozmen vê carê çû Welatê Baskan, dîmen girtin, hevdîtin kirin û belgefîlmê xwe saz kir.
Li welatê Baskan çi, çawa ye? Welatê Baskan li ku ye? Kîjan zimanî bikar tînin? Di tabelayan de zimanê wan heye, yan zimanê welatê serdest? Welatê Baskê herêmeke çawa ye? Li wir kîjan al têne daliqandin? Napolyon çi kiriye? Dîktator Franko xwestiye çi bike? ‘Xwaringeha Kurdan’ li wir çi dike? Ev pirs û bersivên gelek pirsên din di vê belgefîlmê Zekî Ozmen “Welatê Baskan” de ye.
Ozmen vê carê ligel Agît Boztemûr geriya, her duyan kamera bikar anîn. Hevdîtin çêkirin. Di dawiyê de belgefîlmekî cihêreng, balkêş derket pêşberî temaşevanan.
Yên bixwazin temaşe bikin, kerem bikin:


