Diyarname
Yek ji weşanşaneyên mezin ê Tirkiyeyê Weşanên Can e. Wêşanên Can ku di sala 1981'ê de ji aliyê Erdal Oz ve hate vekirin, ji wê demê heta niha li dor 2500 heb pirtûkî çap kiriye. Di nav van pirtûkan de yên zarokan bigire, heta klasîkên dinyayê, heta pirtûkên xelatgirên Nobelê, gelek pirtûk bi tirkî çap kirine.
Weşanên Can û D&R'yê li hev kir ku li 75 şaxên D&R'yê yên li çar aliyên Tirkiyeyê 380 pirtûkên Canê bi buhaya 5 TL'yî bifroşe. Ev kampanya dê heta dawiya havînê bidome.
Di nav pirtûkên ku bi 5 TL'yî bêne firotin de pirtûkên nivîskarên wekî Paulo Coelho, Marc Levy, Lawrence Durrell, Susanna Tamaro jî hene. Her wiha gelek nivîskarên navdar ên din jî di nav de.
Pirtûkên Canê yên herî erzan bi 10 TL'yî ne ku li gor nivîskar û li gor rûpelên pirtûkên, li gor mijara wê jî buha zêdetir dibe. Di rewşeke wisa de firotina pirtûkan bi 5 TL'yî buhayeke erzan e.
Di nav 75 şaxên D&R de şaxa li Amedê jî heye.


