Diyarname
Însiyatîfa Weşangerên kurd komxebata xwe ya duyemîn li dar xist û biryara avakirina komeleya weşangeran da.
Însiyatîfa Weşangerên Kurd komxebata xwe ya yekemîn di navbera 11 û 12’yê gulana 2024’an de li dar xistibû, komxebata duyemîn jî duh û îro li dar xist. Cîvîn bi hevkariya Tora Xebatên Kurdî hate lidarxistin.
Weşangeran di her du komxebatan xwe de li ser pirsgirêkên xwe yên wekî pirgirêkên darayî, pirsgirêkên edîtorî û redaktoriyê, zimanekî nivîskî yê hevgirtî, têkîliya di navbera weşanxane û pirtûkfiroşan de, lidarxistin û birêvebirina pêşangeh û rojên pirtûkan û belavkariya berhemên kurdî de gelek nîqaş hatin kirin.
Di komxebata nû de weşangeran biryar da ku rewş ji însiyatîfê veguhere komeleyê û bi navê Yekitiya Weşangerên Kurd dest bi xebatê kirin. Ji bo sazkirina Komeleya Yekitiya Weşangerên Kurd desteya avakar ku ji pênc kesan pêk tê hilbijartin û ewê heta kongreya yekemîn a komeleyê kar bikin. Weşagngen Azad Zal, Bawer Berşev, Jêhat Rojhilat, Songul Keskîn û Şêrko Kanîwar di nav vê desteyê de cih digirin ku ewê xebata avakirina komeleyê bidomînin.
Di komxebatê de li ser 4 xalan biryar hatin girtin û ew 4 xal ev in:
1. Ji bo van xebatan, ji bilî her du komxebatên borî du komxebatên din jî dê bên lidarxistin.
2. Ji bo ku pirtûkên kurdî bigihêjin hemû deran û di hemû xebatên wekî pêşangehan de cih bigirin, bi sazî û dezgehên eleqedar re hevdîtin (lobî û dîplomasî) dê werin kirin.
3. Her wiha, di komxebatê de nexşerêya 2024 û 2025an jî hate diyarkirin. Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Weşangerên Kurd van xebatan dide pêşiya xwe:
- Li bajarên Kurdistanê lidarxistina pêşangehan û rojên pirtûkan
- Tevlêbûna pêşangehên pirtûkan ên navneteweyî
4. Piştî encamdana komxebatê hesabên medyaya civakî yên Yekîtiya Weşangerên Kurd jî hatine vekirin û ev in: Instagram: yewkurd, X: @yewkurd


