Diyarname
Rêxistinên Qereyazî ya Erzeromê ên DEM Partî û DBP'ê li hemberî qedexeyên li ser govenda kurdî îro li qada seyranê ya Golet a Qereyazî hatin ba hev û bi hev re govend gerandin.
Mebûsa DEM Partî ya Erzeromê Meral Daniş Beştaş û gelek kesên din beşdarî govendgerê bûn. Beştaş got, "Em bi ziman û çanda xwe, bi govenda xwe li vir in. Li hemberî tu zilmê em serî natewînin. Di 12'yê Rezberê de jî dest nedabûn govend û dawetan. Kî dikare kurdan ji dawetê dûr bixe? Li her derê emê berxwedana xwe bidomînin."
Ev foto jî ji vê govenda îro ye û em wekî Fotoyê Rojê hildibijêrin û belav dikin.


