Diyarname
Lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî hefteya borî banga îstîfaya Azîz Elaldi kiribû, îro jî eşkere kir ku roja pênşemê saet 21.21'ê de belgeyan belav bike.
Hefteya borî Naki gotibû, heta dawiya hefteyê Elaldi îstîfa neke ewê biaxive. Piştî vê yekê Elaldi gotibû, "Belav neke namerd e." Piştî vê yekê Lijneya Îştîşareya Bilind a Amedê piştgirî dabû serokê klûbê Elaldi û daxuyanî dabû çapemeniyê.
Û îro Naki bi ser instagrama xwe re vîdeoyek belav kir û got, "Roja çarşemî maça Amedsporê heye, heta wê çaxê na, roja pêncşemê saet 21.21'ê ezê belgeyan belav bikim. Ez zirarê nadim klûbê, herkes bila vê bizanibe."
Naki got ku ji ber rewş hatiye vê astê ew xemgîn e, lêborînê dixwaze û ew naxwaze zirarê bide Amedsporê. Naki got, "Elaldi gotibû 'Ger belav neke namerd e'. Ger ez jî van belgeyan belav nekim bila wekî wî be. Ez naxwazim zirarê bidim Amedsporê."
***
Va ye ew daxuyanî:
- Amedspor û piştgirên wê: Hesabên ku em nedin tune ye


