logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Roman û Dîrok

  • Dîrok: 27/08/2024
  • Beş: Serbest

Serwet ORNEK

Têkilîya di navbera edebîyat û dîrokê de têkilîyeke kevn e. Em dizanin ku dîrok ji bo edebîyatê kana materyalan e û “çavkaniya îlhamê”ye; berhemên edebî jî hin caran wekî belgeyen dîrokî tên pejirandin.[1] Têkilîya di navbera dîrok û edebîyatê de û têkilîya romana dîrokî û dîrokê, demeke dûr û dirêj e di navbera edebîyatnasan de tê nîqaşkirin.

Bêguman di pêvajoya avakirina romana dîrokî de bandor û encamên Serdema Ronahiyê û Şoreşa Fransayê pêwist e ku neyê jibîrkirin. Di encamên van her du bûyerên dîrokî de hin berhemên hatine nivîsîn; bûne prototîpên vê cureya romanê, bi domana demê re kemilîne û bûne romana dîrokî.

Edebiyatnas, dîroka romana dîrokî bi gelemperî bi Walter Scott didin destpêkirin. Nêrînên fîlozof û estetîknasê Macar G. Lukacs, di teşekirina helwestekê wiha de bi bandor bûye.[2] Lukacs, di navbera romanên dîrokî û berhemên Walter Scott de pêwendîyeke bi vî rengî ava dike û berhema ku di sedsala 19'an de ji alîyê Walter Scott ve bi navê “Waverley” hatîyê nivîsîn wekî romana dîrokî ya yekem qebûl dike.

Di heqê pênaseya romana dîrokî da gelek fikr û ramanên cuda hene. Loma hîn jî di vê mijarê da pênaseyeke hevpar nehatîye kirin. Heta di heqê binavkirina têgehê da jî fikrek hevpar nîne. Ji ber vê, têgeh bi navên cuda yên weke: “romana dîrokî” , “romana ku qala dîrokê dike”, “romana xwe dispêre dîrokê”  tê binavkirin. Sedema binavkirinên cuda, nêrîna romannus a li ser dîrokê û mesafeya di navbera wî û dîrokê da ye.[3]

Dîrok, di navbera îro û duh da danûstandineke bêdawî ye. Ji bo avakirina rabirdûyê pêdivî bi dîroknasan heye. Rastîya dîrokî, tenê di encama serîlêdana dîrokzan da nirx bi dest dixe. Em qasî ku dîrokzan belgeyan berhev dike, hildibijêre û dinirxîne ji dîrokê haydar dibin. Dîroknas, berê ji materyalên ku bi dest xistîye bijarteyeke çêdike û dû ra li gorî fikr û ramanên xwe vê bijarteyê şîrove dike. Lê dîyar e ku rabirdû tenê bi derfetên zanista dîrokê nayê vegêran lewra derfetên vegêrana dîrokê bisînor e. Giringîya vegêranên hunerî di vê merhelêyê da derdikeve holê.  Romana dîrokî di warê vegêraneke azad da derfetên bêhempa dide vebêj.  Prof. Dr. Sadik K. Tural qonaxên ku romannivîs tê da derbas dibe bi heman şêweyî rêz dike. “Romannivîsê  dîrokî berê fêrî agahîyên ku bi belgeyan hatine eşkerekirin dibe, dû ra  di nav van agahîyan da yên ku bala wî dikişîne  hildiçine û hildibijêre, paşê van bijarteyan bi zimanekî hunerî û efsûnî  vedibêje.”[4]

Dîrok,  kana sereke ya bîra kolektîf e, bi desthilatdarîya sîyasî xwe rave dike û bi hefizeya civakî xwe teşe dike. Nivîsandina berhemên dîrokî bi gelemperî bi du awayî tê kirin. Hin dîroknas, wek nûnerên gotareke fermî ne ku îdeolojîya fermî dihewîne hin jî nûnerên sazîyên  civakî ne û deshilatdarîya sivîl temsîl dikin. Bi gotineke din wek dîroka fermî û dîroka alternatîf  tê binavkirin. Bêguman bi gelemperî dîrok ji alîyê hêzdaran va tê nivîsîn û bingeha perwerdeya dîrokî li ser vê esasê tê avakirin.

Ji bo nivîskarên romanên dîrokî dîrok, kewara materyalên bêdawî ye. Her hunermend ji vê kewarê bûyeran, kesayetan hildiçine û ji tiştên hilçinandî dunyakî hunerî ava dike û li gor nêrîn û meşreba xwe van bûyeran şîrove dike. Lê belê hunermend berhema xwe ji bo agahîdayîna bûyerên dîrokî nanivîsîne.[5]

Dîrok şaxê zanistê ye ku her bûyerê li ser bingeha belgeyan û di çarçoveya cih, dem û mekanan da dibîne û bi têkilîya sedem – encamê dinirxîne. Dîrok bi alîkarîya xebatên kesane, hişmendîya kolektîf ava

dike, dikemilîne û pêş va dibe; hefizeya civakî diafirîne, meyla civakî dîyar dike û herîkina çandê domdar û   misoger dike. Ango wek ku Fexrîya Adsay dibêje “Dîrok ne tenê zanista zanîna rabirdûyê ye, ew zanista têgihiştina îro an tayînkirina dahatûyê ye jî. Romana dîrokî jî di encama hewcedarîyek wisa da pêyda bûye û di avakirina hişmendîya îroyîn da xwedîyê rolekê ye.[6]”

Ji bo daxwaza ku di nav civakê da bicihkirina  hin têgeh û nirxên birumet, romanên dîrokî mîna amûrekî perwerdehîya gelemper tên bikaranîn. Bi wî awayî hin têgeh tên pêşnîyazkirin hin têgeh jî tên rexnekirin. Ji ber vê yekê yek ji peywirên romanên dîrokî jî dîdaktîzm e. Loma her sêwirîna nasnameya neteweyî bi qasî ku hewceyê nivîsîna metnên dîrokî ye ew qas jî hewceyî nivîsîna romanên dîrokî ye.[7] Ji bo hînkirina dîroka alternatîf romanên dîrokî, ji ber ku vegêrana jîyana rojane yên berê pêkan dikin, kesayetên dîrokî û bûyerên dîrokî zelaltir dikin û di heman demê da di veguheztina nirxên çandî û afirandina hişmendîya dîrokî û ya neteweyî da dikarin bibin amûreke perwerdehîya gelemper.

Rastîyên dîrokî, bi şîrove û nirxandina dîroknas, tên tomarkirin û bidestxistin. Ji vê bonê divê mirov li gor şîroveyên dîroknasê ku bûyer berhev kirine rastîyên dîrokî bişopîne û bipejirîne. Bi gotineke dinê bûyerên dîrokî bi wate û karekterên xwe subjektîf in. Dîroka ku hîn di destpêkê da tê texrîbkirin di qonaxa romana dîrokî da rastî guherîneke din tê, navê vê guhertinê, guherîna hunerî / çêkirî ye. Dîrok, zanisteke civakî ye di ronahîya materyalan û agahîyên berê da tê nivîsîn. Lê romannus, materyalên dîrokî digire wan di bîra xwe da dimeyîne, bi rêk û pêk dike û ji wan cîhaneke nû diafirîne û pêşkeşî me dike. Tevna romanê li ser hîmên xeyalî/fîktîf tê hunandin. Ji ber vê taybetmendîya bingehîn romannus ne mecbur e ku pişta xwe bi rastîyê va gire bide. Taybetmendîya herî girîng a berhemên edebî yên ku li ser esasên vegêranê hatine avakirin çîrokîbûna wan e.[8]

Metnên edebî ne xwedîyê wateyeke teqez û yekta ne. Him xwendevan di metnên edebî da li gor kûrahîya bîra xwe bi wateyekî ra rûbirû dimîne û sudê werdigire him jî pêkan e ku heman xwendevan piştî demekî ji heman berhemê bi tevahî wateyên cuda jî werbigire. Alîyeke vê bîra kûr, bi mijara dîrokî va girêdayî ye alîkî wî jî bi şîrovekirina hunerê va girêdayî ye.

Ji ber ku dîrok zanîsteke civakî ye pêkan e ku bi şîrovekirina belgeyên dîrokî û bi lêkolînên nû were temamkirin û dewlemendkirin. Ji ber vê yekê îhtîmala xwenûkirina dîrokê heye. Him dîrok him jî roman serpêhatîyên mirovahîyê ji nû va şîrove dikin lê dîrok di îdîaya rastîyê da ye; îdîaya romanê ya bi vî rengî nîne. Lewra dîroknas mecbur e ku her agahîyê û îdîayê bi belgeyan îspat bike ew nikare xewn û xeyalên xwe vebêje. Lê di warê vegêranê da derfetên berfireh di xizmeta romannus da ne. Berê her tiştî romannus mijarê hazir dibîne ji vê mijarê plansazîyeke ava dike û ne hewce ye hesabê rastîyên dîrokî jî bide. Li ser mijara hazirdîtî bi kêfa dilê xwe hespê xewn û xeyalên xwe dibezîne. Heta bi saya xewn û xeyalên xwe mijarên ku dîrok bi wan ra mijûl nabe jî mijûl dibe.

Di tevna romanê da her leheng, potansîyela karakterekî vedihewîne. Loma hilbijartina wan gelek girîng e. Di vê mijarê da demeke dûr û dirêj e pirsên weke dê ‘kî’ an ‘kê’ weke lêheng bê hilbijatin, pîvanê bijartinê çi ne û yên ku hatine bijartin di romanê da xwedî çi mafî ne sedema gengeşîyan ne. Lehengên dîrokî xwedî kesayetên efsanewî ne û nav û dengê wan di nav gel da çê xirab bela dibin. Loma navbera wan û lêhêngên romana dîrokî da cudahî heye. Her cure mirov dikare bibe mijara romaneke dîrokî lê kesên ku tenê di nav bûyerên dîrokî da bi kiryarî cih girtine, dibin lêhengê metnên dîrokî. Danasîn û vegêrana romanên dîrokî, ji vegêran û danasîna lehengên romanên din zahmettir e. Pêwîst e ku romannus di vegêran û danasîna lêhengên dîrokî da baldartir be. Gelek romannus, bi serkeftin û serfirazîyên xwe dêyndarê karakteran in.

Bêguman di nav pêkhateyên romanê da hêmana herî girîng vegêrana mirov e. Di romanên dîrokî da ev vegêran  cuda û girîngtir e, lewra kesên ku di romana dîrokî da diaxivin ne kesên ji rêzê ne kesên dîrokî ne pêwist e ku li gor hal û rewşa xwe yên dîrokî tevbigerin û biaxifin.

Hilmi Yavuz di romanên dîrokî da balê dikişîne ser hebûn û bikaranîna  karakteran.  Dixwaze ku romannus, karakterê ku hilbijartîye bi her awayî baş binase û bûyerên dîrokî bi bîr û nêrîna wî vebêje. Bi rastî jî em gelek caran di romanên dîrokî da tesîrên dîrokê bi saya bîr û cîhana lêhengê romanê hîn dibin. Têkilîya di navbera dîrokê û romana dîrokî da bi pîvana bikaranîna lêhengan tê nirxandin. Romannus esasen bûyerên dîrokî venabêjin, bandora bûyer û kesayetên dîrokî yên ku li ser mirovan pêkhatîye  vedibêjin.

Pêkan e ku mirov di romanên dîrokî da rastî lêhengên ku tu têkilîya wan bi bûyerên dîrokî ra tune jî were. Lêhengên bi vî rengî, berhemên xewn û xeyalên romannus in û di tevna romanê da ji bo vegêrana bûyerên dîrokî hêmanên hêsankirina vegêranê ne. Her çi qas ev cure lêheng ne kesayetên dîrokî û yên ne resen bin jî derfeta nasîna lêhengên dîrokî didin xwînêran û vegêrana mijarê zelaltir dikin.

Encam

Di romanên dîrokî da, rastîyên dîrokê di nav pergaleke çêkirî de tê bidestxistin û vegêran.  Her wiha di ronîkirina rastîyên dîrokî da raman û şîroveyên dîroknas xwedîyê bandoreke mezin e. Pêwîst e ku mirov li gor şîrove û nirxandina dîroknasê ku bûyer tomar kirine, rastîyên dîrokî bişopîne. Bêguman di nivîsa metnên dîrokî da jî hebûna şîrovekirinê hetanî radeyekî tê qebûlkirin. Lê dîroknas vê îdîayê qebûl nakin û dibêjin ku wan rastîyên dîrokî bi tu awayî deforme nekirine. Lê romannus îdîa nake ku sedî sed rastîyên dîrokî nivîsîye û objektîf e.

Romannus, materyalên dîroknas digire di xeyala xwe da distire û bi pêkhateyên romanê yên weke dem, mekan û kesên çêkirî cîhaneke nû ava dike û rastîyên dîrokî bi şêweyekî fîktîf peşkeşî xwendevanan dike. Di romana dîrokî da armanca nivîskar, vegêrana rastîyên dîrokî nîne; armac vegêrana xewn û xeyalên nivîskar ên di der heqê mijarê da ye. Di romanên dîrokî de ne hewce ye ku mirov nirxandinên zanîstî bike an jî têkilîyên lêhengan li gor dîroka ku tê zanîn sererast bike. Romannus di vî warî da bi tevahî azad e her tiş li gor tercîha wî  dimeşe lewra ew afirînerê cîhaneke çêkirî ye.

 

 

 


[1] Dayanç, Muharrem (2009). “Yeni Türk Edebiyatı Kaynağı Olarak Tarih ve Tarihî Eleştiri”, Turkish Studies, C. IV.  

[2] Lukacs, György (2008). Tarihsel Roman (Çev. İsmail Doğan), Ankara: Epos Yay. 

[3] DOĞAN, M, Can, (2000), Tarihi Romanın Dinamikleri, ve Son On Beş Yılın Tarihi romanları, Türk  romanları, Türk  Yurdu, s, 153 -154

[4] TURAL, Sadık K (1976) Tarihî Roman ve Atsız’ın Tarihî Romanları Üzerine Düşünceler, Atsız Armağanı, Ötüken  Atsız Armağanı, Ötüken Yayınevi, İstanbul, XCII – XCCC.

[5] KAPLAN, Mehmet Sayim, (1988, Tarihi Romancılığımız Açısından Türklerin Anadolu’ya Yerleşmesi (1071-1345), Ankara Gazi Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü

[6] ADSAY, Fexrîya, Daxwaz û Endîşeyên Îroyî di Romanên Dîrokî da:Xwedineke Muqayeseyî li Ser Hawara Dîcleyê û 3 Gav û 3darek, Tîr û Armac, Pewevd, Srenbol, 2014 r, 131.

[7] TÜKEŞ, A. Ömer, (2002) Romana Yazılan Tarih, Toplum ve Bilim, s,91: 166-213.

[8] AKTAŞ, Şerif,  Roman Sanatı  ve Roman İncelemesine  Giriş, Akçağ Yayınları, Ankara, 1998, s. 15

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

news
  • 21 05 2026

Kurdan di 2 rojan de 4, di 6 mehan de nêzî 10 komeleyên kurdî vekirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Wezîrê Tenduristî fîlm kişand lê nexweşxaneyê hilweşiyayi nedît

ad

Diyarbakirsporê pere peyda kirin

ad

Abdullatif Şener ji AKP’ê îstîfa kir

ad

Kurdistan, Lazistan, Dêrsim...

ad

Xebatkarê Azadiya Welat hat girtin

ad

'Ji nav wijdanên me deng derxe!'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname