Diyarname
Vê sibê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi kayûmê dest danî ser Şaredariyên DEM Partî yên bajarên Mêrdîn û Batmanê û navçeya Xelfetiya Rihayê.
Li hemû cihan polîsan dor li şaredariyê girtine.
DEM PARTÎ: Ev derbe êdî ê hemû Tirkiyeyê ye
Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partî daxuyaniya nivîskî belav kir û got ku ev derbe êdî ji bo hemû Tirkiyeyê ye. Ev derbeya kayûm pirsgirêka 85 mîlyonî ye, pirsgirêka demokrasî û azadiyê ye û pêşî lê neyê girtin dê tenê bi bajarên kurdan re ne sînordar be. Ji kîjan partî dibî bila bibe ev derbe li hemberî hilbijartin û hilbijêriya gelen Tirkiyeyê ye, tehdîda dijî vîna siyasî ye. Bi vî awayî em bang li hemû raya demokratik dikin, her kes bila li dijî vê derbeya ne meşrû di asta bilind de deng derxin, îtîraz bikin."


