Diyarname
Şaredariya Kayapinara Amedê navê helbestvan Arjen Arî li pirtûkxaneya ciwanan a li hemberî şaredariyê kir û bi çalakiyek jî Arjen Arî bibîr tîne.
Şaredarî gotiye ku wekî xebata yekem jî ew li vê pirtûkxaneyê dixwazin li ser navê Arjen Arî çalakî li dar bixin û li benda beşdariya her kesî ne.
Di çalakiya bi navê "Çiyayekî Rûspî Arjen Ari" de Nejla Arî, Mehmet Yilmaz, Zînet Dînçer û Îsmaîl Dîndar wê biaxivin. Moderatoriya bernameyê Omer Fidan dike.
Ji bo yên bixwazin çalakî 8'ê mehê (roja înê) saet 13.30 de li dar dikeve.
Cih: Pirtûkxaneya Arjen Arî ya li hemberî Şaredariya Kayapinarê.


