Diyarname
Li Edeneyê Festîvala Fîlman a Kozaya Zêrîn îsal di navbera 17-23'yê rezberê de li dar dikeve. Fîlmên ku di festîvalê de dê bi hev re bikevin pêşbaziyê diyar bûn.
Festîvala Fîlman a Kozaya Zêrîn ku ji aliyê Şaredariya Edeneyê ve tê li dar xistin. Di beşa Pêşbaziya Neteweyî ya îsal de 14 fîlm bi hev re dikevin pêşbaziyê.
Di beşa pêşbaziyê de ev derhêner bi van fîlmên xwe derdikevin ser dikê:
- Veli Kahraman: "Zonê ma kotî yo"
- Yeşim Ustaoglu: 'Araf'
İsmail Guneş: 'Ateşin Düştüğü Yer'
- Elfe Uluç: 'Aziz Ayşe'
- Orhan Eskikoy û Zeynel Dogan: Dengê Bavê Min
- Derviş Zaim: 'Devir'
- Pelin Esmer: 'Gozetleme Kulesi'
- Reis Çelik: 'Lal Gece'
- Selim Evci: 'Rüzgarlar'
- İnan Temelkuran û Kristen Stevens: 'Siirt'in Sırrı'
- Belmin Soylemez: 'Şimdiki Zaman'
- Filiz Alpgezmen: 'Yabancı'
- Zeki Demirkubuz: 'Yeralti'
- Erden Kiral: 'Yuk'
Fîlmê ku bibe yekemîn dê 350 hezar TL xelatê bigire.


