logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

101 Romanên Bi Kurdî Çawa Hatine Nirxandin?

  • Dîrok: 29/12/2024
  • Beş: Serbest
___Yaşar Eroglu___

Nivîskar Faîk Ocal bi navê “101 Romanên Kurdî Şîrove, Rexne û Nirxandin” xebateke hêja wekî pirtûk di bin banê Weşanên Sîtavê de derxistiye. Mala wî ava, xebateke hêja ya wêjeyî tevî ferhenga kurdî kiriye û teqdîrekê heq dike. Ji bo kesên xebatên bi vî awayî bikin regeheke baş û xurt e.
Her xebateke hêja bi qasî aliyên wê yên erênî yên bên rexnekirin jî hene. Ev rastî ji bo 101 nirxandinên birêz Ocal jî derbas dibe. Faîk Ocal nirxandinên bi taybetî ser şîrove û nirxandinên bi10 xalan pêk aniye. Ev deh xal; Estetîk, herikandin, honandin, mijar, muzîkalîte, nimandin, şayesandin, şêwe, vegotin û ziman in. Eger heqê van xalan bê dayîn dibe ku ji bo rexne û nirxandinan dikarin bes bên hesibandin. Mixabin tengmayîn û îhmalkariya hin rêbaz û rastiyên wêjenasiyê meriv nikare bi rihetî bêje ku nirxandinên birêz Ocal têr û tije ne.
Qanûnên wêjenasiyê hene, wêje bi rastî wekî min çawa lê nêrî nabe. Bi giştî li ser wêjeyê lihevkirinek heye; wiha ye, wêje jinûveafirandina rastî û civakê ye. Yanî wênekişandin nîn e, çêkirina wêneyan e. Afirînêr û wêjerist di pêvajoya afirandinê de rihê xwe, pêciriya xwe, hest û ramanên xwe tevî wêjeyê dike. 

Roman stûna wêjeyê ye
Roman xala herî bingehîn a wêjeyê ye. Romanivîs bi romanê çi diafirîne û çawa diafirîne, serê romanê, berfirehiya romanê û dawiya romanê çi ye, li hev e yan na? Ya herî girîng jî mantîq e ku roman van hêmanan li ser mantiqekî lihevkirî dide rûniştandin an na. Mantiq di seranserê romanê de baş an xirab rûniştandina van hêmanan e. Şaşiya rûniştandina mantiq romanê têk dibe, awayê rast jî bi ser dixe. Esasa romanê piranî li ser van hêmanan bilind dibe û bersiva van pirsan dide. Roman bersivên xurt nede van pirsan, serê romanê tiştekî vebêje, berfirehiya romanê, dawiya romanê tiştekî din bêje, di nav xwe de ne li hev be ew roman herî kêm qels e, yan jî ne roman e. 
Faîk Ocal bi van rastiyan re sadiq nemaye, kirasekî teng li nirxandina romanan kiriye, kiras lê nayê û nirxandin qels hiştiye. Nirxandina li ser honaksaziyê (kurgu) naxuyê. Honaksazî îskeletê romanê ye. Îşkelet baş bê sêwirandin ev sedî 40-50 serkeftina romanê ye. Ya din bi xwîn û goştkirina romanê ye û girêdayî hunera vegotinê ye. Bikaranîna ziman bi teşeyê romanê re pabend e. Teşe esasa romanê nîn e, sedî deh-panzdeh serkeftîbûna romanê diyar dike. Zimanekî gelek bedew, honaksazî û vegotineke xirab romanê ji qelsiyê xilas nake. Ango honaksazî û bihêzkirina vegotinê serkeftina romanê ye. 
Wekî şênber em li ser kêmasiyên nirxandinên Faîk Ocal rawestin em teqez dîmenekî li vê rastiyê bê nabînin. Gişt nebin jî min gelek romanên birêz Ocal nirxandine xwendine, yanî haya min jê heye. Di romana Bihuşta Xezalan a Eyşana Beravî de honak tune ye. Serê romanê dişibe romanan, berfirehiya romanê xwerû vediguhere çîrçîrokan; leheng, amûr û vegotin bi sedî sed cuda ye û bi destpêka romanê re ne girêdayî ye. Ango zikê romanê tiştekî pir cuda ye. Lehengên romanê di dawiyê de dîsa darîçav dibin. Faîk Ocal pesnê vê çîrokê wekî ku roman e, daye, bi hunerekî bedewiyê pesindaye ku di rûyê hîvê de xezalekê dibîne. Şayesandinên bi vî rengî ji bo wî bes in. Eger honak tune be heta qiyametê jî di rûyê heyvê de xezalekê bibîne vê çîrokê nikare bike roman. Lê wî wekî terzekî nû nirxandiye û spartiye romana kurdî mixabin. Bi nirxekekî bilind xelat kiriye.

Kîjan pîvan?
Romana Xeleka Xeyalên Bêezman a Gula Almastê jî romaneke bê honaksazî ye. Hêma û ahenga destpêka romanê û berfirehiya wê ne li hev in. Heta vegotina berfireh jî di nav xwe de bi nakok e. Birêz Ocal tenê ji bo lêdana Mihemed a şimaqekî ji bo namûsê bav çawa bûye dijminê keça xwe, ji vê şemaqê ne Mihemed, keça xwe Xezal berpirsiyar girtiye ku di çanda kurdan de ev yek ne rasteqîn e û bi vî awayî roman çawa arasteyî dirûvekî din bûye, vê yekê lêpirsîn nake. Mihemed ji nişkê ve dikeve senaryoya romanê, di destpêkê de tune ye lê ji bo şemaqa wî ji herka romanê vediguhêze, ji xeyalan derdikeve, dikeve riya xwekuştineke nepen. Ji ber ku ev şemaq dibe sedema rewşeke xedar ku ew jî fîşeka hewayî ya xwekuştina nediyar a Xezalê ye. 
Her çi be divê roman ji rastiya civakî dûrnekeve. Me ji bo mirîşkekê, seyekî, ji ber namûsê kuştin bihîstine lê bi hinceteke bi vî rengî kuştin-xwekuştin nebihîstiye. Gula Almastê ji berê ve dawiya romanê sêwirandiyê, sedemekî çêbiwar û nexwezayî afirandiye, roman li ser wê dawiyê rûniştandiye. Bala birêz Ocal tenê li ser aliyên din e; gotinên xweşik, kotekiya mêran, daxwaza azadiyê ya jinan û hwd. Me di komeke rexnegir re roman bi giştî nirxand. Nêzî deh kesan xwendina on line bi hev re pêk anî, yên din jî di mala xwe de xwendin ji bilî du-sê kesan gotina hevpar ev bû; vegotineke wisa xirab pêk hatiye ku em tê de asê man û pirtûk ji ber me neçû. Helbet ziman û gotinên pêşiya, biwêj dewlemend in. Hin hêmayên romanê xweşik û bedew in. Lê Faîk Ocal ev roman wisa nirxandiye ku we tirê berhemeke mînaka wêjeya kurdî ye.
Xaleke din jî romana Omer Dilsoz a Neynika Dilî ye. Neynika Dilî di esasa xwe de du roman in. Ya destpêkê encam nagire, ji nişkê ve dawî dibe. Mijara wê, amûrên wê, lehengên wê cuda ne. Ji van hêmayan yek jî nakeve sînorê ya din. Ji 60-70 rûpelan şûndetir mijareke din dest pê dike; amûr, mijar, leheng bi temamî diguherin. Faîk Ocal nirxandin tenê li ser beşa dawiyê kiriye, nirxandina destpêka romanê ji bîr kiriye. Pê re Omer Dilsoz pesinandiye ha pesinandiye. Beşa dawiyê tevî kêmasiyên xwe baş e lê roman yekpare dibin roman. Ez mînakeke temsîlî bidim, serê romanê îskeletê çermreşan be, dawiya romanê îskeletê çermspiyan e. Romaneke serkeftî wiha nabe. Gotineke giştî heye; du sêv û du hirmî ne dikin çar sêv, ne jî çar hirmî. Yanî roman bi giranî birîndar e.
Romana Şîîna Hespên Azad a Mehmet Oncû her çiqas rexne û nirxandinên di cih de kiribin jî bi giştî roman serkeftî dîtiye û payeyeke bilind daye romanê. Rast e Mehmet Oncû şeweyek afirandiye lê ya girîng ev e; bi vî şêweyî çi û çawa vegotiye? Bersiva çi heye lê bersiva çawa mijara nîqaşeke gelek mezin e. Romana Mehmet Oncu jî du roman in. Nêzî 160-170 rûpelan romaneke serkeftî û dişibe romaneke baş. Ji wir şûndetir roman bûye ansîklopedî, çîroka Noel û hevalên wî yên kurd nêzî sed rûpelî vegotiye. Yeqîn bikin eleqeya wê bi romana heyî re tune ye yan jî eleqe nehatiye danîn. Di dawiyê de roman ji vegotinê derbasî terzê hevpeyvîn-diyalogê dibe. Di romanekê ev qas jihevcudabûn elametên wêjeyê nîn in. Bi dehan nakokiyên romanê hene, bala birêz Ocal lê nîn e, her tişt tolere kiriye. Ev tercîha nirxandêr e lê ne awayê nirxandina wêje, her wiha romanê ye. Roman bi serê xwe, bedena xwe û bi lingên xwe yekpare ye, divê diyalektîka hêmayên wê îskeletê li hev bikin, bi hev re şer nekin. Roman hingê dibe roman.

Şaşiyên nirxandinan pir in
Ez li ser her romanekê bisekinim ez ê gelekî dirêj bikim. Ji ber ku divê ez cih bidim hin rexneyên din jî, divê ez hin romanan bi giştî bînim ziman. Romana Hinara Dawî ya Dinyayê ya Bextiyar Elî, Sarûma Leylana Sidîq, Liqata Recep Dildar, Nobedarên Gulên Kobanê ya Mizgîn Ronak, Şer li Çiya-Şêx Zayîr (her çiqas rexneyên gelek di cih de kirin jî esasa nirxandinê dûr e), Bîra Nûdem Hezex, Rojnivîska Spînoza ya Şener Ozmen nêzî van nirxandinên min li jor anîn ziman kêmasiyan dihewînin.
Ev nirxandin li ser wan romanan e ku min bixwe xwendine. Lê terzê nirxandina Faîk Ocal ji bo yên min nexwendine jî şik û gumanekî di serê min de çêdike, baweriya min dişkêne. Gelo naverok û wêjeya di wan romanan de kêmasiyên wiha yan beloqtir hebûn, ev pirsa ji bo min bê bersiv dimîne.
Dîsa şik û gumaneke wisa çêbû ku birêz Faîk Ocal der barê nirxandina hin romannûsan de fikreke wî ya pêdandî (sabit) heye. Wekî mînak der barê Mehmet Ûzûn, Omer Dilsoz, piçekî ji bo Mizgîn Ronak û hwd de derdikeve derveyî nirxandina romanên wan, pesnê kesayet û pêciriyên wan dide. Ji bo Mehmet Ûzûn û Omer Dilsoz her yekî ji rûpelekî zêdetir vegotina pesnan heye. Xaleke din jî ev e, Mehmet Ûzûn pêşevanî ji romana bikurdî re vekiriye ev rast e lê wî zimanê kurdî ji nû ve neafirandiye. Ev îdiayeke mezin û ecêb e. Ev pesinandin ji bo piraniya nivîskaran nîn e. Gava nirxandêr bi vê fikra pêdandî li romanan binêre helbet ji bo nirxandinê wê tolere bike û şaşiyên wan kêmtir bibîne. Ji hin nîviskaran re dibêje rêzdar, birêz hwd ên ew di serê xwe de nirxdar dibîne. Lê yên din wekî romannûs, vebêjer hwd diderbirîne. Ji yên pêşîn re dilxweşkirin-taltîf heye, ji yên din re sabûn û şampûan. Hûn bawer dikin ku ev yek di dema nirxandinê de xwe nîşan nede? 
Di pêşgotinê de tê diyarkirin ku wekî objektîf nêzî romanan bûye. Ez bawer dikim ku wisa ye û niyeteke birêz Faîk Ocal neobjektîf nîn e lê di kûrhişê wî de ev yek heye û xwe diyar dike. Ez vê jî bêjim her çiqas niyeteke wî tune be jî li gorî pîvanên wêjenasiyê nexebitiye, pîvanên xwe yên takekes dane pêş. Ev jî subjektîfiya wî ye. Ez ê vê yekê paşê rave bikim.
Di Rojnivîska Spînoza ya Şener Ozmen de dibêje, Spînoza Yasîn e, Yasîn jî Şener Ozmen e. Dibe ku Ocal jiyana Spînoza bizanibe û Yasîn bişibîne Spînoza ku wisa be ser seran û ser çavan lê xwîner jiyana Spînoza nizan e, jiyana Spînoza çawa ye ku ew jî bêje weleh rast e Yasîn dişibe Spînoza. Gelo çiyê Yasîn dişibîne Spînoza mijara meraqê ye. Lê rastî ne wisa ye, eleqeya Yasîn bi Spînoza re nîn e. Şener Ozmen ji bo romanên xwe; ji bo balê bikişînin navên popûler hildijbêre, wênesaz e lê dixuyê ku ji muzîkaliyê jî baş fêm dike, navên wî xweş tên ber guh: Rojnivîska Spînoza, Gramera Bêhizûr û hwd. Bi min tu eleqeya Spînoza bi romanê re nîn e. Birêz Ocal vê rastiyê ferq nake, çarlepkî dinirxîne. 
Ji bo romana Pêşmerge ya Rehîmê Qazî dibêje, “Weşanxaneya Lîsê li gorî rêza Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî Pêşmerge di rêza duduyan de weşandiye, di karê xwe de serkeftî ne.” Ev nirxandin li ser çi esasî kiriye fikrekî dide û asta nirxandina birêz Faîk Ocal dike bin şik û gumanan.

Ji pîvanên wêjeyê dûr e
Nirxandêr Ocal her çiqas dibêje min roman objektîf nirxandin jî ne objektîf nirxandiye. Objektîfiya wî li ser pîvanên wî yên takekesîn e ku pîvanên wekî objektîf dibîne. Pîvanên ew tê de maye, ne pîvanên wêjenasiyê, pîvanên wî bixwe ne, carinan li hember romanan wekî îdeolojîk tevgeriyaye. Roman li ser çi be–erênî-neyînî- divê girêdayî tevna romanê bimîne, eger romana nirxandî li gorî fikir û ramanên wî be tiştek negotiye. Mixabin dûrî fikir û ramanên wî be ew roman mehkûm kiriye. Eger li gorî pîvanên wêjenasiyê erênî yan neyînî, divê di çarçoveya wê de bimîne. Divê fikra di naveroka romanê heye binirxîne, ji nirxandina fikra leheng an karakterên romanê dûr bisekine. 
Di romana Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo de girêdayî vê prensîbê nemaye. Dibêje, “Realîstbûna sosyalîzmê teknîkeke hişk û sar derxistiye holê. Li ser serê vebêjer kamerayek heye. Bi kamerayê çi hatiye kişandin em wê dibînin. Kamera jî ji fabrîqeya Sosyalîzmê derketiye.” Faîk Ocal nirxandina romanê hiştiye du teknîka realîstbûna sosyalîzmê ketiye. Ji ber ku sosyalîzma Sovyetê têk çû, sosyalîzm ji çavan û rûmetê ket, her kes bi tîr û kevanê xwe êrîşî sosyalîzmê, pê re êrîşî nirxên wê jî dike. Birêz Ocal jî di bin bandora wê karwanê de roman berdaye, pey îdeolojiyê dibeze. Lê ji bîr dike ew teknîka realîzma sosyalîzma ku di şexsê Erebê Şemo de hişk û reş dibîne di qada wêje û çandê de berhemên gerdûnî afirandine. Yek ji wan jî Şolohov e ku bi romana xwe ya Don Aram Diherikî xelata Nobela Wêjeyê giritiye hem jî di reqabeta Şerê Sar a serdema navbera Amerîka û Sovyetê de. Mehkûmkirina pergalan tiştek e lê mehkûmkirina wêjeyê jî tiştekî din e. 
Faîk Ocal di nirxandineke xwe de kitekit nebe jî diyar dike ku kurd çima li pey Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş hwd dikevin, çima li Şêx Seîd, Simko, Seyît Riza xwedî dernakevin. Diyar e ku birêz Ocal ji çepgirî û sosyalîzmê hez nake. Ev û dîtnên min li jor anîn ziman nîşan didin ku di nav nirxandinan de nêrîn û fikreke îdeolojîk heye û birêz Ocal nijadgirekî kurd e. Hebûna fikr û îdeolojiyê ya wî tu car ne xem e, dikare xwedî her cure fikr û ramanen be. Lê mixabin eger bi vê fikr û îdeolojiya xwe di nav nirxandina wêjeyî de avjenî bike ne rast e. Eger di sînorê wêjenasiyê de bimîne li gorî îdeolojiyê dikare roman bên nivîsandin lê divê nirxandêr fikr û îdeolojiya xwe nikaribin bispêrin nirxandinê. Nirxandineke wiha xwerû wêjeyî divê nebe amûra xwenîşandana fikir û ramanên nirxandêr. Bixwaze dikare fikir û îdeolojiya xwe bi riyeke din diyar bike, ev yek maye ser wî. Diyar e seranser her du cildan de jî Faîk Ocal li hember romanên bi vî rengî bi bertek û helwest e, di van nirxandinan de wêjeyê dide aliyekî.
Li aliyê din serkeftînebûna romanan girêdayî nebûna terzê modern dibîne. Lê belê terzê modern çi ye diyar nekiriye, ji terzê modern çi fêm dike, ne diyar e. Lê meriv ji têrzê ‘dema nû’ya wî tê digihîje ku ew eşq, takekesî, qeyran, ruhê şikestî, belengazî, merivên perîşan, bê îrade û ji aliyekî ve nixumandî postmodernîzm e. Pirsgirêkên civakî, siyasî wekî romanên hişk, demode, acizker dibîne. Ev yek fikr û nirxandina Faîk Ocal a takekesî ye, wêjenasî, ji wî, nirxandinên wisa naxwaze. Ev rewş ji pîvanên nêrîn û dîtina wî ya ji bo roman tê. 
Terzê modern an postmodernîzm bi rastî postê modernîzmê ye; qeyran e, şikestina ruh, bêîradekirina merivan, belengazî û neçariya serdemê ye. Serdema sedsala 20 û 21an çand û wêjeya xwe li ser merivan ferz dike, kesên pênûsê dişxulînin di bin vê qeyran û çanda kozmopolît de li gorî daxwaza serdemê berheman diafirînin. Nivîskar û rewşenbîrên welatên Rojhilata Navîn, Asya û Latîn Amerîkayê wekî wêje û çandeke nûjen dilbijîna wê dikin. Êdî wekî mode navên nivîskarên rojavayî didin û wan teqlît dikin an jî dixwazin terzekî mîna wan wekî tezekî modern pêş bixin. Serdem merivên belavela, bê îrade, bi xwe re mijûl, derûnî xirab, muxalîfnebûnê disêwirîne, nivîskar û rewşenbîr bi zanîn an jî bandorbûyî xizmeta wê dikin. Pergal li ser kesên têkçûyî pergala xwe qewî dike.  
Min bi vî çavî xebata Ocal nirxand. Dibe di serî de birêz Ocal, mirovin hebin ku beşdarî rexne û nirxandinên min nebin. Ez ê bi rêzdarî lê binêrim. Birêz Faîk Ocal gelek nirxandinên di cih de jî kirine lê wisa dixuye ku çawaniya nirxdinan kêmasî û şaşiyên mezin dihewîne. Çawa min di serî de jî gotibû tenê hewldana 101 Romanên Kurdî Cîld1 û 2 bi serê xwe jî xebateke binirx e. Pîrozkirin û pesindanê heq dike. ji ber ku ked û hewldaneke giranbiha tê de heye. 
 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Tirkiyeyê malpera Playboy jî hate girtin

ad

'Kurk Mantolu Madonna' dibe fîlm

ad

Gelo Messi ji Barselonayê vediqete?

ad

Ji bo Wanê konsera rockê

ad

21 saziyên kurdî li hemberî qedexeyê daxuyanî dan

ad

Di 20 saliya qetilkirana Qasimlo de berhemên wî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname