logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

DYA'yê alîkariyên xwe ji Afrîkaya Başûr birîn

  • Dîrok: 08/02/2025
  • Beş: Dinya

Diyarname
Serokdewletê DYA'yê Donald Trump, bi rêya fermana serokayetiyê hemû alîkariyên ji bo Afrîkaya Başûr rawestandin. Li gor gotina Trump, sedemên vê biryarê piştgiriya Afrîkaya Başûr ji bo filistîniyan, dozên jenosîdê li dijî Îsraîlê û qanûna nû ya li ser desteserkirin û beşdanekirina erdên çandiniyê ne. Trumpî her wiha got ku ew ê rê bide kesên ku erdên wan hatine desteserkirin ku biçin DYAyê. Trumpî di Twitter/X de jî nivîsand ku Afrîkaya Başûr "tiştên gelek xirab" dike û dê encamên vê yekê bibîne.

Pêwendî di demeke kin de xera bûn
Nakokî di demeke kin de mezin bû. Berî vê biryarê, Wezîrê Karên Derve yê DYA Rubio jî beşdariya civîna G20'an a li Johannesburgê red kiribû. Rubio îdia kiribû ku Afrîkaya Başûr siyaseteke dijî Amerîkayê dimeşîne.

Musk jî kete nav nakokiyê
Şêwirmendê Trump û xwediyê Tesla û SpaceX Elon Musk, ku li Afrîkaya Başûr ji dayik bûye, bi tundî rexne li siyaseta welatê xwe yê berê digire û dibêje ku "qanûnên nijadperest" li wir hene. Musk dixwaze xizmeta înterneta satelaytê Starlink li Afrîkaya Başûr bide destpêkirin, lê qebûl nake ku li gor qanûnê herî kêm %30 ji parên şirketê li ba komên ku di dîrokê de hatine îhmalkirin bin.

Afrîkaya Başûr: Ev propaganda ye
Li hember van îdia û biryaran, rayedarên Afrîkaya Başûr bi tundî bertekên xwe nîşan dan. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Afrîkaya Başûr Chrispin Phiri ragihand ku ev îdîa li ser bingeha propagandayê hatine avakirin û Trump dîroka kolonyalîzm û apartheida welatê wan paşguh dike. Phiri got ku welatê wan hewl dide ku birînên dîrokî yên apartheid û kolonyalîzmê bi rêyên aştiyane derman bike.

Cotkar dibêjin "rastî ne ev e"
Serokê Yekîtiya Cotkarên Afrîkaya Başûr Jaco Minnaar jî daxuyand ku "Em nizanin Trump van agahiyan ji ku derê digire. Li vir tu erd nayên desteserkirin. Em dixwazin rastiyê zelal bikin. Em dixwazin hemû alî bizanibin ku cotkarên me di ewlehiyê de ne û tu êrîş li ser milk û malên wan tune ne."

Serok: Em dê bi diyalogê çareser bikin
Serokê Dewletê Cyril Ramaphosa jî bi rêya berdevkê xwe ragihand ku îdîaya desteserkirina erdên afrikiyan û neçarkirina wan a koçberiyê tu bingehên xwe tune ne. Ramaphosa diyar kir ku welatê wî dê bi rêya diyalogê vê pirsgirêkê çareser bike û bi DYA'yê re jî dixwaze pêwendiyên xwe baş bike.

Çavdêrên siyasî dibêjin ku ev krîz dikare bandoreke neyînî li ser têkiliyên bazirganî û aborî yên di navbera herdu welatan de bike.
Ji kanala Tagesschau hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Dinya - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Hilbijartina Îsraîlê, kî bi ser dikeve, kî winda dike? (Hat nûkirin)

news
  • 28 10 2026

5 sal cezayê hepsê li derhêner Cafer Penahî birîn û dest danîn ser mal û milkê wî

news
  • 27 10 2026

2026: Va ye Mêrê Herî Seksî yê salê, Noah Wyle

news
  • 26 10 2026

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

news
  • 24 10 2026

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

news
  • 23 10 2026

Li New Yorkê fayton hatin qedexekirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Serokê Enstîtuyê: Serokê YOK'ê Ozcan heqaret li kurdan dike

ad

Heta niha pirtûkên herî zêde hatine xwendin

ad

Li Tirkiyeyê ji futbolê dîmenên şermîn

ad

TRT 6 û dengê Îsraîl

ad

Arjen Arî li Amedê hat bibîranîn

ad

Cotkaran ji Carla'yê alîkarî xwest

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname