___Îhsan Bîrgul___
Min 8 sal berê, di malpera Diyarnameyê de nivîseke bi navê “Îro Her Kes Vegeriya Ser Eslê Xwe” nivisîbû. Nivîseke rexneyî bû. Li ser sekn û helwesta civaka kurd a rojek piştî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê û xemsariya gelemperî ya ji bo ziman. Hezar mixabin rewşa îro ji ya wî çaxî çêtir nîn e. Helbet, her çiqas ne bi dilê me be jî girseyeke ku bi zimanê xwe dijî heye. Lê wexta em berfirehî lê dinêrin, encam malxirabî ye. Em çend gavên din jî ji zimanê xwe dûrketine…
Divê ez vê bi zelalî û eşkere bêjim; êdî hincetên wekî “em hatin asîmîle kirin”, “derfetê hînbûna ziman tune” û hwd. pûç in. Çimkî em di serdema dijîtal de ne. Ji bo hînbûn û pêşxistina ziman bi sedan derfet û rêbaz hene. Bes bila meriv bixwaze û bike.
Du sê roj berê, li ser tora medya civakî pêrgî vîdeoyeke nivîskar Mizgîn Ronak hatim. Di destê Ronak de saeteke xirabe hebû û digot, “wexta ez vê saetê re bejim ‘bu saat durmuş*’, vî çaxî hîsa min jî kimyaya min jî li gorî wî zimanê teşe digire.” Yanî tu bi kîjan zimanî bijî û bihizirî, kesayeta te rengê xwe li gorî wî zimanî digire û tu ji xwe dûr dikevî. Rastî dema em civaka xwe dinêrin, rewşa wê tam jî bûye tiştekî wisa. Em nêzî her kesî lê dûrî ji xwe bûne!
Wekî tê zanîn çend roj berê ji bo dersên vebijêrkî jî serîlêdan hebûn. Sistbûn û xemsariya ji bo wan serîlêdanan her tiştî radixe ber çavan. Bila kes me bi çîrokên wekî, “em zimanê fermî dixwazin, ma qey kurdî zimanê biyanî ye ku bibe dersa vebijêrkî” filan nexapîne. Kes fermîbûna ziman di taseke zêrîn de pêşkêşî merivan nake. Hewl û xebat divên. Jixwe ev gotin jî hincet in. Yên ji bo dersa vebijêrkî dest hilnedin, ji bo zimanê fermî tu tiştî jî nakin.
Em werin ser 21’ê Reşemî yanî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê. Ew roj her kesî tiştek got. Axir dinya çavdayîn e. Lê dibe hinekan wateya vê rojê jî nizanibû. Jixwe gelekan jî bi zimanê tirki û bi gotinên klîşe pîroz kiribûn. Wekî her tiştî ew roj jî qediya û em derbasî 22’yê reşemî bûn. Dîsa ew adetê me yê gewre! pêk hat û dîsa her kes vegeriya ser eslê xwe. Û em ê li benda 15’ê Gulanê bimînin.
Heta wî çaxî em bêjin; zimano rebeno, bê zaro û bê zimano!
23.02.25 Serhed
*Ev saet rawestiya ye.
***
Nivîsa navborî:
- “Îro Her Kes Vegeriya Ser Eslê Xwe”
birgulihsan21@gmail.com
**
Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- ‘Keziyên Jinebî’ yên bi destên Gulîzerê hatin hûnandin
- Reqsa peyvan a Herdem Merwanî
- Li ser 'Şeşaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin
- Hestên bi siloganan hatine astengkirin!
- Li Fûara Pirtûkan Mala Sêyemîn
- Teklîfa zewacê û dilopa mîzê
- Girîngiya xebatên tez-pirtûkên bi kurdî
- Sosyalîst û şerîetparêz ne hevkaren kurdan in
- Mistefa Borak: Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî...
- Îdlîb, Heştî Şabî û êrîşa li ber derî
- Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe
- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan
- 'Birazî ka klamek Şakiro veke'
- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet
- Ev e bêalîtî; Rewşenbîrên Şîfa dîtin Nûjiyan nedîtin!
- Îro her kes vegeriya ser eslê xwe!
- Şengal û parastina kurdên êzîdî
///////////////////////////////////////////////////////////////////////
2025, çalakiyên îsal ên li ser Roja Zimanê Zikmakî::
- Panela ser ziman: ‘Gerek em di neynikê de li xwe binêrin!
- Konser û helbestê zazakî hamey wendişî
- Zarokan Roja Ziman pîroz kir
- 'Li hemberî nîrê pişaftinê xebat divê'
- KNK: Gere em zimanê xwe biparêzin û bi pêş ve bibin
- Tuncer Bakirhan, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî peyam belav kirin
- 'Dengbêj ne tenê deng didin klaman, erka saziya perwerdehiyê jî bi cih tînin'
- Ji bo 'Roja Zimanê Zikmakî' çi çalakî hene? Va ye lîste
- Jinan ji bo ziman vîdeoyek amade kirin (vîdeo)
- 19 saziyan ji bo ‘Roja Zimanê Zikmakî’ daxuyanî da
- Li Peyasê bernameyeke taybet ji bo ‘Roja Zimanê Zikmakî’


