Diyarname
Nivîskar Ahmet Aras îro di 81 saliya xwe de li Îzmîrî mir. Cenazeyên wî ji bo definkirinê birin Qereyaziyê.
Ahmet Aras lêkolîner û nivîskarekî kurd bû ku herî zêde jî bi pirtûka li ser EVdalê Zeynikê nivîsîbû hatibû nasîn. Pirtûka wî "Şairê Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê" hê jî çapên wê yên nû belav dibe.
Arasê ku di sala 1944'an de li gundê Mele Osman a Qereyaziya Erzeromê hatiye dinê, ji bilî vê pirtûkê hin xebatên wî yên din jî heye.
Aras li Îzmîrê dijiya û îro canê xwe ji dest da. Cenazeyê wî îro birin Qereyaziyê.
**
Me ew kiribû mêvanê "Portreya Mehê" ya Diyarnameyê:
- Nivîskarê 'Evdalê Zeynikê' Ahmet Aras
Foto: Cemil Oguz


