Diyarname
Li Amedê bi navê “LiteraKurd Mala Wêjeyê” ji bo xebatên li ser wêje û çanda kurdî ciheke nû vedibe.
Ji bo Mala Wêjeyê li Sûra Amedê avahiyek amade kirine û merasima vekirina mala wêjeyê jî 6’ê vê mehê ye. Mehmet Dîcle û Serdar Şengul wekî bernameya pêşî di merasima vekirina cih de biaxivin, û paşê kokteyl li dar bikeve.
Armanca LiteraKurd Mala Wêjeyê ew e ku li ser wêje û zimanê kurdî xebatê bike, çalakiyên wêjeyî li vê derê li dar bixe.
Ji bo kesên bixwazin herin, cih: Taxa Cevatpaşa, Kuçeya Yazgan no 15 (Li Kolana Gazî, kuçeya navbera Halkbank û Îşbankê), Sûr, Amed


