Diyarname
Bîranîn bi giştî dîrokek nîşanî mirovan didin çi erênî, çi neyînî. Niha pirtûkeke bi vî rengî li pêşberî xwendevanan e, “Dilopek Berxwedan”. Pirtûka ku ji aliyê Kemiran Reşît Bekîr ve hatiye nivîsandin, ji Weşanên Aramê derketiye.
Nivîskar Kemiran Reşît Bekir ev bi salan e di zindanê de ye. Bekir derketiye lê bîranînên wî bi vê pirtûkê derketine derve û niha li pêşberî xwendevan in.
Ji bo danasîna pirtûkê wisa hatiye gotin, “Ev berhem ne tenê rêzeyek bîranînan e; ew di heman demê de awêneya serdemekê ye jî. Bekir ew trajediyên ku di zindanan da di bin şert û mercên dijwar de hatine jiyîn, ew kêlîyên ku mirov bi rûmeta xwe hatiye ezmûnkirin û ew jiyanên ku mişt bi kela azadiyê dagirtî bi rengekî kûr û jidil nîşanî xwendevanan dane. Ew ji aliyekî ve çîrokên wan mirovên ku di bin şert û mercên herî dijwar de hêviya xwe parastî vedibêje; ji aliyekî ve jî hêza li berxwedana kolektîf bi bîra mirov dixîne.”
Pirtûk ji 264 rûpelan pêk tê.


