___Ûrfan Kenî___
Salên nodî li welatê me mirin, windakirin, îşkence, heps, valakirina gundan û mişextî û gelek tiştên din hebûn. Ne rê û rêzik ne jî wijdan mabû… Her roj tiştekî nû derdixistin. Yek ji wan jî mişextiya memûrên kurd bû. Piraniya memûrên kurd ên ku li cihê ku hatibûn dinyayê dixebitîn, ew hatin sirgûnkirin.
Birayê min jî memûr bû. Di şûbeya leşkeriyê de wekî memûrekî sîvîl dixebitî. Lawê xaltiya min jî di heman ciyî de di heman karî de dixebitî. Dema biryara sirgûniya memûrên kurd derket, di sala 1995’an de birayê min şandin bajarê Ispartayê û lawê xaltiya min jî şandin bajarê Tekirdagê. Mûş li ku ew bajarên din li ku… De were nemire!
Birayê min dabûn navçeya Keçiborluyê. Dayika min û bavê min jî bi birayê min re dijiyan. Dema sirgûnî û penaberî destpê kir, ew jî ji neçarî bi wan re çûn.
Bavê min ê ku ji bilî leşkeriya xwe qet neçûbû bajarên tirkan, xwe li ser wan rêyan dît. Dêya min hema bêje tew ji bajarê xwe jî derneketibû. Lê di cî de wan jî xwe wekî sirgûn, wekî penaber dîtin. Mala qederê xirab be!
Li wê navçeyê ne kurd hebûn ne jî kesekî nas. Ji bo wan jiyaneke nû û dijwar destpê kiribû.
Ji mala xwe, ji erd û warê dê û bav û kalên xwe dûr bûn. Her çend cîranên wan mirovên baş bin jî ew di jiyaneke tenêtiyê de dijiyan.
Bavê min ji xweza û tebîetê pir hez dikir. Te digot qey jidayikbûna xwe wekî ekolojîk bû. Û li wê navçeyê darek çandibû. Dara hirmiyan. Hirmiyê kovî. Wekî li welatê xwe. Wekî li gundê xwe.
Ew dar di demeke kurt de dirêj bû û sî da. Û dê û bavê min hema her tim di bin wê darê de bûn. Ew dar ne tenê bûbû siya wan, bûbû mala wan, bûbû parastina wan, bûbû şahidê derdê wan, hêviyê wan, daxwazê wan, hesretê wan.
Bavê min şeş sal şûn de li wir mir. Li dûr, li penaberiyê. Me cenazeyê wî bir welat, li gund veşart.
Lê dara wî hîn jî li wir e! Car caran ez diçim gund û gora bavê xwe ziyaret dikim, car caran jî diçim wî bajarokî û dara bavê xwe ziyaret dikim…

**
Nivîsên Ûrfan Kenî yên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- MARBIRÎN


