Stenbol
Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Prz. Eren Keskîn têkildarî rûniştina doza rojnamegeran ya 10'ê rezberê daxuyanî da û banga tevlîbûna danişînê kir.
Rûniştina 36 jê girtî 44 rojnamevanên kurd yên di 20'ê sermaweza 2011'an de di bin navê operasyona “KCK”ê de hatin girtin, dê danişîna wan di 10'ê rezberê de li 15'emîn dadgeha Cezayê Giran ya Edliyeya Çaglayana Stenbolê li dar bikeve. Berî danişîna dozê Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Prz. Eren Keskîn daxuyanî da û banga tevlîbûna danişîn û piştgiriyê kir.
Keskîn bi navê "Banga dostan" daxuyaniyek da. Keskîn di daxuyaniya banga tevlîbûnê de diyar kir ku, niha li girtîgehên Tirkiyeyê hê 98 rojnamegerên kurd, nûçegîhan, nivîskar û xebatên rojnameyê girtî ne û wiha got: "Di salên dawî de li dijî rojnamegerên kurd operasyonek mezin tê lidarxistin. Herî dawî di 20'ê sermaweza 2011'an de 44 rojnamegerên kurd hatin binçavkirin û piştî binçavkirina 4 rojan di 24'ê sermawezê de 35 rojnamegerên kurd yên çapemeniya azad hatin binçavkirin. Di 10'ê rezbera 2012'yan de danişîna rojnamegerên kurd li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê li dar dikeve. Em dê di 8'ê rezberê saet 18:30'an de li Qada Taksîmê meşek bi girseyî pêk bînin. Di roja rûniştinê 10'ê rezberê de jî di saet 10.00'an de em dê li ber Edliyeya Çaglayanê amade bibin. Em bang li hemû rojnameger û dostên xwe dikin ku di 10'ê rezberê de li ber edliyeyê amade bibin."


