WAN
Egîtîm Sena Wanê bi sernavê "Sosyo Politikaya Ziman" îsal 2'yemîn Sempozyuma Zimanê Kurdî li dar xist. Sempozyûm du rojan dê dewam bike.
'ZAROK BI KURDÎ XEBER NADIN'
Serokê Egîtîm Sena Wanê Murat Atabay axaftina destpêkirina sempozyûmê kir. Atabay di axaftina xwe de li ser neaxaftina bi kurdî kir û got, "Êdî li gundan jî zarokên me bi kurdî xeber nadin. Berê navên zarokên me ne bi kurdî bûn, lê bi kurdî diaxiviyan, îro navên zarokên me bi kurdî ye lê bi kurdî xeber nadin. Di vî warî de gere berpirsî em bigirin ser milên xwe. Ev xebatên niha têde kirin têrê nakin. Gere hê zêdetir em xebatan bikin."
'DEWLET BERPIRSIYARIYA XWE NAYNE CIH'
Dûre endamê Komîsyona Zimanê Kurdî yê Egîtîm Sena Wanê Lokman Babat axivî û li ser xebatên ku ew dikin agahî dan. Babat got ku ew wekî komîsyon kursên kurdî, pane, komên axaftinê, şano saz dikin û wiha dom kir, "Mixabin xebatên ziman bi awayekî fermî nayên kirin, ji ber ku dewlet berpirsiyariya xwe nayne cih ev barê giran li ser milên kesên bo ziman baldar in dimîne, ev bar li ser milên sazî û weşanxaneyan dimîne. Em dizanin ev xebat tenê nikare ziman ji mirinê rizgar bike. Ji bo vê gere em pirtir bixebin."
Mêvanê Rûmetê yê sempozyûmê nivîskar Nezîr Olçek jî got ku azadî nebe di tu warî de dê pêşketin çênebe, ev yek ji bo ziman j^iderbas dibe. Olçek got ku însan ziman e, ziman jî însan e, gere her kes li zimanê xwe xwedî derkeve.
'20 HEZAR SAMÎ DIKARIN BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN'
Dûre bi moderatoriya Mazlûm Kanîwar panela pêşî rest pê kir. Werger û nivîskara ji gelê samî Anne Marja Guttorm Graven ku ji Norwecê hat axivî. Graven pêşî straneke bi zimanê samî stra û düre li ser "Rewşa Çand û Zimanê Gelê Samî li Norvecê" axivî.
Graven qala samiyên li Norwecê kir û got ku li 2 bajarên ku li bakurê Norvecê ne zimanê samî tê bikaranîn, li van du bajaran hejmara samiyan dor 3 hezarî ye.
Graven diyar kir ku li temamê cîhanê nifûsa bamiyan navbera 50-80 hezarî ye û ji van jî tenê dor 20 hezar kesî bi zimanê samî diaxivin.
'KURDAN JI DEWLETA SWÊDÊ SÛDE GIRT'
‘Siyaseta ziman divê dewlet bimeşîne’
Dûre nNivîskar Şerefxan Cizîrî jî axivî, qala rewşa kurdî li Ewropayê kir. Cizîrî got ku kurd herî zêde li Stockholm, Parîs û Berlînê dijîn. Cizîrî bibîr xist ku heta salên 1960'î li Ewropayê polîtîkayên pişaftinê serdest bû, Dûre rewş guherî, bi taybetî li Stokcholmê dewletê alîkarî weşangeran kir û kurdan jî ji vê yekê sûde wergirt.
Ji bo hemû bernameyê bitikînin:
- Sempozyûn, "Sosyo-Polîtîkaya Ziman"
**
Nûçeyên Eleqedar:


