Diyarname – Qamişlo
Saziya Zimanê Kurdî (SZK), bi navê Hêlîna Zarokan bernameyeke perwerdeyê ya bi zimanê kurdî li ser platformên medyaya civakî (SZK zarok) belav dike.
Naveroka bernameyê perwerdehî ye, lê perwerdeya nerasterast; bi rêya lîstikê, hînkirina zarokan e.
Bername ji bo zarokên pêşdibistanê (3 salî – 6 salî) û medyaya SZKyê pê radibe. Mijarên wê li ser reng, hejmar, tîp, roj, demsal û hwd in.
Der barê bernameyê de, berpirsê medyaya SZK’ê Ferîd Xelîl ji bo Diyarnameyê got, "Çi li Kurdistanê çi li diyasporayê, pêdiviya zarokan bi bernameyên perwerdeyê yên bi zimanê kurdî heye. Hêlîna Zarokan bi rêbaza montesorî (montessori) hatiye amadekirin, ango bi rêya lîstikê hînkirin. Ji bernameyê armanc ev in: ferhengoka zarokan, derbirîna hestan, nasîna pîvanên giştî yên jiyanî, bi awayekî rast û ewle serderîya li gel derdorê û lîstikan."
Fermo ew bername:


