Amed
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryar girt û navê Qada Deriyê Çiyê guhart kir Qada Şêx Seîd.
Meclisa Şaredariya Bajar3e Mezin a Amedê di bin serokatiya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak de li dar ket. Meclisê biryar girt ku navê Deriyê Çiyê biguherînin. Di meclisê de pêşniyara Koma Meclisê ya DBP'ê hatexwendin û di pêşniyarnameya ku hatibû amadekirin de hatibû gotin ku ev qada Deriyê Çiyê di sala 1925'an de Dadgehên Îstîklalê Şêx Seîd û 47 hevalên wî îdam kirin, ew li wê derê hatin definkirin. Ji bo em balê bikişînin vê bûyera trajîk û navê ku li nav gel tê bikaranîn bê pejirandin em dixwazin wisa bê binavkirin."
Şaredar Kişanak jî got ku êşek mezin, travma, komkujî û bêhiqûqî çêbûye, bi vê biryarê em gaveke mezin ji bo rûbirûbûnê diavêjin.
Paşê dengdayînê navê Qada Deriyê Çiyê wekî Qada Şêx Seîd hat guhartin. Piştî biryar hat girtin Şaredar Kişanak got ku em Şêx Seîd Efendî, hevalên wî û her kesê li ser rêya azadî û edaletê jiyana xwe ji dest daye bi hurmet bibîr tînin.


