Diyarname
Ji bo serdema 2025-2026'an a Lîga 1'emîn a TFF'ê pişke hat kişandin. Maç wê 8-9-10-11'ê gelawêjê bêne lîstin. Amedspor ku di vê lîgê de ye hefteya qêşiya me wê here Çorumê, Vanspor wê here Boluyê.
Lîga 1'emîn a TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) ji bo sala pêşiya me wê roja 8'ê gelawêjê dest pê bike. Maçên hefteya yekem rojên 8-9-10-11'ê gelawêjê têne lîstin û beşa yekem rojên 26-27-28-29'ê berfanbarê wê bi dawî bibe û navber bidinê. Piştî navberê beşa diduyan a lîgê Wê rojên 9-10-11-12'yê rêbendana 2026'an dest pê bike. Serdema 2025-2026'an wê roja 2'yê gulana 2026'an temam bibe.
Di lîgê de 20 tîm hene. Tîmên bibin yekem û duyem dê herin Super Lîgê û 4 tîmên dûre werin dê play-offê bilîzin ku ji nav van tîmen din jî derdikeve Super Lîgê.
Îsal 5 tîmên di rêzên dawî de cih bigirin ji lîgê wê bikevin Lîga 2'yemîn, ji ber ku sala bê lî ne bi 20 tîmî, bi 18 tîmî wê bidome.
AMEDSPOR Û VANSPOR
Para cara pêşî Amedspor derketibû vê lîgê. Îsal jî cara yekê ye VanSpor derdikeve vê lîgê. Ji bilî van ji bajarên kurdan Erzerom, Îdir heye. Ewê jî têkoşîna xwe bidomînin.
Va ne maçên hefteya pêşî:
- Çorum FK -AmedSpor
- Boluspor - Vanspor FK
- Erzurumspor FK - Sivasspor
- Hatayspor - Ankara Keçiorengucu
- Umraniyespor - Manisa FK
- İstanbulspor - Serik Belediyespor
- Esenler Erokspor - Adana Demirspor
- Igdir FK - Sariyer
- Bandirmaspor - Sakaryaspor
- Bodrum FK - Pendikspor


