Diyarname
Duh malbatek kurd bi paşnavê xwe "Kaya" ji pîknîkê vedigeriya; dema gihîştin taxa xwe ya li Bayrampaşaya Stenbolê rastî êrîşa polîsan hatin. 10 endamên malbata Kaya bi lêdanê hatin binçavkirin.
Ji endamên malbatê yek jê zarok, dîsa Zeynep Yaman bi heml bû û di 7 mehên xwe de bû, ev jî di nav de bi temamî 10 kes hatin binçavkirin. Dûre ji van 3 kes hatin berdan, 7 jê birin Emniyeta Stenbolê û ji wir birin Edliyeya Stenbolê.
Dozger xwest ji van Ahmet Kaya, Umut Kaya û Yakup Kaya bên tewqîfkirin. Îro bi şertê kontrola edlî ew jî hatin berdan.
Li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê endamên malbatê daxuyanî dan çapemeniyê û gotin, em ji seyranê vedigeriyan, me dengê muzîkê jî bilind nekiribû, di erebeya me de hoparlorên mezin jî nîn e, polîsan êrîşê me kir.
Endamên malbatê sipasiya DEM Partî kir piştgirî daye wan û gotin ku ew nebana em nizanin dê çi bihata serê me.
DBP: Bila der barê polîsan de lêpirsîn vebe
DBP'ê daxuyaniya nivîskî belav kir û bang kir, "Ji ber îşkence û êrîşê bila der barê wan polîsan de lêpirsîn bê vekirin, peywira wan bê rawestandin."
DEM PARTÎ mesele bir Meclisê
Endamên Komîsyona Mafên Mirovan a Li Meclisê ya DEM Partî Newroz Uysal Aslan, Bêrîtan Guneş û Kamuran Tanhan mesele birin Meclisa Tirkiyeyê. Wan xwest li ser vê kirinê rapor bê amadekirin û der barê polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin.


