Diyarname
Kûpaya Şampiyoniya EURO WOmenê heta niha herî zêde Almanyayê girtiye lê ev Almanya nikarî li hemberî Spanyayê ber xwe bide. Jinên spanyol ku niha di asta ber bi pêş ve çûyînê de ne bi 1-0 tîma jinan a Almanyayê têk bir û derket fînalê.
Maça nîv fînalê ya Şampiyoniya Jinan a Euro 2025'an li Stada Letzigrundê hat lîstin. Tîma jinan a Almanya û Spanyayê hatin hemberî hev. Di 90 deqîqeyê de her du tîman nekarî be hev. Her du tîman jî pîvan, bi hesaba ku reqîb dikare min têk bibe dilîst. Her du tîman dikir ku xetayê neke. Loma jî 90 deqe têra herduyan nekir: 0-0
Maç derbasî nîv saetên zêdek bû. Di 15 deqîqeyên pêşî de encam negherî, lê di deqîqeya 113'yan de ji Spanyayê Aitana Bonmati derket ser dikê: Gog ji qula dîwaran şand nav torê: 1-0.
Di van kêliyên zêdek û bi temamî ji di 90 deqîqeyên din de qeleparêza spanyolî Cata Coll gelek serketî bû û di vê serketina Spanyayê de rola wê bilind bû.
Ev encam têra Spanyayê kir û tîm derket fînalê. Jinên Spanyayê di dîroka xwe de cara yekê ye derdikevin fînalê.
Di fînalê de Spanya û Îngilistan wê bêne hemberî hev. Îngilistana ku tûrnûvaya berî vê de kûpa girtibû dê bixwaze carek din vê kûpayê bigire. Her ku Spanyaye dixwaze dîrokek nû li dîroka fûtbola xwe ya jinan bike.
Maç 27'ê mehê saet 19'an de tê lîstin.
REKORA TEMAŞEVANAN
Notek jî bo temaşevanan; Di maçên tûrnûvayê de hema bêje stad tije dibin. Ev tûrnûva li gor tûrnûvayên berî vê herî zêde temaşevan kişandine stadê. Bi maça duh re bû 623 hezar û 88 kes ku tên li vê tûrnûvayê temaşe dikin. UEFA'yê ev reqem li ekranê nîşan dan û sipasiya temaşevanan kir. Di maça duh de 22 hezar û 432 temaşevan hebûn.


