Diyarname
Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya Washingtonê Sînem Mihemed ji bo kovara Newsweekê axiviye.
Va ne ji hevpeyvînê hin xalên derketine pêş:
- Divê Rêveberiya Şamê fêm bike ku Suriye nikare vegere berî 2011'an.
- Rêveberiya Şamê dixwaze Hêsên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi temamî belav bike. Ev yek ne mimkûn e.
- Em çi navî lê bikin, bikin, dixwazin federasyon, xweserî, yan jî rêvebirina ne navendî, tiştê girîng ev taybetiya van xweseriyan bikeve bin ewlehiyê.
- Karê artêşê ew e hemwelatiyan û welat biparêze, ne berevajî vê yekê.
- Rêveberiya Şamê ne hatimê hemû artêşê û hin ên ji bin kontrola wê derketine.
- Bûyerên dubare bûne kir ku em bi paş ve gavan biavêjin. Tiştên ku li Siwêda û li herêmên qeraxa behrê qewimîn nişan da ku bawerî bi rêveberiya Şamê nayê.
- Em xwe bi xwe rêvebirinê ligel birayên xwe yên ereb, suryan, asûrî, ermenî bi hev re dimeşînin. Di vê meseleyê de em ne bi tenê ne; yê her kesî metirsiyên wan hene.
- Dema em xwe di nav ewlehiyê de hîs bikin wê çaxê pêdivî artêşa mezin namîne. Bi her awayî ew dê parçeyek artêşê bin.


