Diyarname
Siyasetmedar û Endama Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê Pervin Buldan di televîzyonê de axivî û got, "Êrîşeke li hemberî Rojava di serî de birêz Ocalan qebûl nake."
Buldan beşdarî bernameya taybet a JIN TV bû û li ser Rojava wisa got, "Di vî warî de cihe herî xesas Rojava ye. Rojava ji bo kurdan xesasiyeta herî mezin e. Loma jî li Tirkiyeyê em çiqas di warê demokratîkbûnê de gavan biavêjin jî lê li Rojavayê windahiya herî biçûk, operasyona li hemberî wê derê bê kirin li nav kurdan wê bibe sedema xirabûneke mezin loma jî ev yek ne tê qebûlkirin, ne jî tu kes vê rêbazê, êrîşeke wisa qebûl nake; di serî de jî birêz Ocalan qebûl nake. Loma jî divê Tirkiye li her derê hurmetê nîşanî çand, ziman, mafên kurdan bide; Tirkiye bi rêya demokratîk nêzîk bibe, dê Tirkiye qezenc bike, bi ser bikeve. Loma jî ne ji cihê ku winda bike, ji xala qezenc bike û bide qezenckirin gere Tirkiye nezî meseleyê bibe."
Li aliyê din Buldan dibêje ku Ocalan gotiye "Rojava xeta me ya sor e. Ew der ji bo min taybet e. Çend caran li ser vê yekê sekinî. Li ser Rojava û Sûriyeyê ji me zêdetir ligel heyeta dewletê hevdîtin kiriye, li ser wir nîqaş kiriye û her wiha gotiye firsend hebe, firsend bê çêkirin dixwazim ligel wê derê têkiliyê saz bikim. Erê çend caran got têkiliya ligel Rojava girîng e."


