Diyarname
Xebera xweş a vê êvarê ew e ku civaknas Îsmaîl Beşîkçî ji beşa nexweşên giran derxistin odeya taybet. Û pere jî fotoyê wî yê nû ji nexweşxaneyê bo me hat.
Vê êvarê Serokê Weqfa Îsmaîl Beşikçî İbrahim Gurbuz agahiya li ser Beşîkçî parve kir. Gurbuz wisa got, "Dostên hêja, ez dixwazim xeberek xweş bi we re parve bikim. Mamosye Îsmaîl Beşîkcî ji beşa lênêrîna giran derxistin û hildan odeyeke taybet. Min, Xalid Sadinî, Dr. Gencettin Oner û Prof. Dr. Cenap Ekinci ew di odeyê de bi cih kir.
Mamoste Beşikci ji me pirsî, 'Hûn ê kengî min ji nexweşxaneyê derxin?' Min jê re got 'Divê tu sebir bikî, tu sembola berxwedaneke mezin î'. Her wiha min jê re got ku gelê kurd jê pir hez dike û ji her beş û perçeyên Kurdistanê gel li dora wî bûye yek. Min got, 'Hêvîdar im, ev bûyer dê bibe alîkar ku yekîtiya neteweyî ya kurd çêbibe.'"
Gurbuz dibêje heta Beşîkçî baş bibe gere mirov zor nede ku here odeya wî û wiha didomîne, "Divê em mamosteyê xwe demekê îzole bikin. Li vir û li derdorê nexweşiya grîp û Covîdê pir berbelav e. Em di vê mijarê de rica ji we dikin ku hûn me fêm bikin. Di dawiyê de, dema ku min silav û hezkirina we ji çar aliyên Kurdistanê û cîhanê ji wî re ragihand, ew pir kêfxweş bû, bi rastî hestiyar jî bû. "

**
Nûçeyên Eleqedar:


