Amed
Şaredariya Baglara Amedê ji bo parastin û pêşbirina ziman, Meclisa Ziman ava kir û got: "Meclis îradeyeke zindî ye. Bila her kes tev li meclisê bibe û xwedî li kurdî derbikeve."
Ev demek e şaredariyên kurdan di bin banê xwe de bi navê "Meclisa Ziman" xebatan dimeşîne. Niha jî Şaredariya Bagalar Amedê Meclisa Ziman ava kir.
‘Ziman civak û mirovbûnê pêş dixe’
Meclisa Ziman diyar kir ku ziman di dîroka mirovahiyê de yek ji şertê civakbûn û pêşketinê ye ku hem mirovan tîne cem hev hem jî asta wan bilind dike û got: “Mirov bi rêya ziman dibin civat û netewe, bi rêya ziman hînî çand, dîrok, exlaq û edetên xwe dibe. Mirov hestên xwe, ramanên xwe, dilgeşiya xwe, hezkirina xwe, xemgîniya xwe bi ziman radigîhîne. Bingeha hişmendiya neteweyî bi rêya ziman tê avakirin. Heta zimanê neteweyan hebe, dê ew netewe jî hebin. Ziman navgîneke berhemanînê ye û hebûneke zindî ye. Hemû ziman wekî zarokekî ji dêya xwe dibin, mezin dibin û gava ku baş neyên xwedîkirin dimirin.”
‘Meclis îradeyeke zindî ye’
Di berdewama daxuyaniya xwe de Meclisa Ziman destnîşan kir ku welat ji berê ve bûye warê gelek çand, ziman û zaravayan û ev tişt gotin: “Ev bûye parçeyeke jiyana me û em bi vê cur bi curiyê şanazî dikin. Ji bo parastina vê cur bi curî û pirdengiyê me pêwîst dît ku Meclisa Ziman ava bikin. Ev meclis ne tene navek e, ev îradeyeke zindî ye. Lewra ziman ne tenê alaveke danûstendinê ye, bîr û hafiza ye, nasname ye û qadeke hebûnê ye. Em dixwazin bi rêya vê meclisê hem mafên van ziman û zaravayên bajarê xwe biparêzin hem jî wan bi pêş ve bibin.”
Meclisa Ziman anî ziman ku ew ê di her qadeke jiyanê de zimanê kurdî berbelav bikin.
Meclisê armaca xebatên xwe wiha rêz kir:
“* Dê pirzimanî û pirzaravayî wekî dewlemendîyê bê dîtin û ji bo vê li hemû qadên xizmetê yên şaredariyê de kar bê kirin.
* Cudahiyên zimanî ne cudaker dê wekî, hêza hevgirtinê were destgirtin.
* Dê li bajêr ziman û zaravayên wê werin berbiçavkirin û vejandin.
* Xebat ji bo çêkirina hişmendiya xwedîderketina li zimanê zikmakî û veguhestina wê ya ji bo nifşên paşerojê.
* Ji bo ku zimanê zikmakî bibe pareçeyeke jiyana rojane divê xebatên hunerî, edebî û perwerdeyê yên ku piştgiriyê didin vê armancê di bin banê şaredariyê de bên kirin.
* Di çarçoveya pirzimaniyê de dê hemû rêveberî û yekeyên şaredariyê bibin beşdarên çalak ên vê pêvajoyê.
* Xebatên pirzimaniyê bi rêya xebatên çapemenî û ragihandinê ji bo raya giştî bên veguhestin.
* Dê di rojên taybetî yên zimanî yên mîna roja zimanê dayikê û roja zimanê kurdî xebatên berdewam û plankirî bên kirin.
* Bi hişekî hevbeş û dilxwazî dê xebat bihêzkirina jiyana hevbeş bên meşandin.
* Dê xebatên ku têne kirin ji bo paşerojê bên tomarkirin û çapkirin.
Banga tevlibûn û xwedîderketinê
Meclisa Ziman banga xwedîderketina ziman kir û wiha got: “Ev banga me ji bo hemû mirovan e ku em dixwazin xwedî li ziman, çand û paşeroja me ya hevbeş derkevin. Di serî da kedkarên çand, wêje, ziman, wergêr û hunerê em bang li hemû welatiyan dikin. Em pirzimaniyê wek kilîda aştiya civakî û wekheviyê dibînin. Bi vê boneyê em dixwazin hûn beşdarî Meclisa Ziman bibin û piştgiriya vê xebata me ya giring bikin."
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Li 4 bajaran çalakiyên ji bo Roja Ziman li dar ketin
- Bernameya Saziyên Ziman a ji bo Roja Ziman
- Ji bo 'Roja Zimanê Zikmakî' bernameyeke berfireh hat organîzekirin (Barnameya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê)
***
KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ



