QAMIŞLO
Werza yekemîn a xwendinê ya sala 2025/2026'an roja 25'ê Çileyê/Rêbendanê bi dawî bû. Dihat payîn ku di navbera 20 û 25'ê heman mehê de karname li dibistanên herêma Cizîrê bihata belavkirin. Lê proseya belavkirinê, ji ber hewandina koçberên ku ji ber êrîşên komên hikumeta demkî neçar mane herêmên xwe biterikînin û li dibistanan werin bicihkirin, dereng ma.
Girêdayî heman mijarê, wê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Cizîrê bi hevkariya gerînendetiyên perwerdê yên li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê û Çilaxa sibe dest bi belavkirina karnameyên dibistanê li xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî bikin.
HEJMARA XWENDEKARAN
- Hejmara xwendekarên li Qamişlo û gundewarê wî nêzî 36 hezarî ye, li 115 dibistanan perwerdê dibînin, wê sibe li her dibistanekê xwendekar karnameyên xwe wergirin. Niha jî li 101 dibistanên Qamişlo û gundewar wî koçber hene.
- Li bajarê Tirbespiyê jî, karname li 14 hezar û 676 xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî tên belavkirin û li 119 dibistana perwerdê dibînin.
- Li Çilaxayê jî xwendekar li 9500 xwendekarên ku di 64 dibistana de perwerdê dibînin karname werin belavkirin.
- Li Girkê Legê wê li 11 hezar û 618 xwendekarên her sê qonanxan ku li 55 dibistanan dixwendin, karname werin belavkirin.


