logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

KNK'ê Qazî Mihemed û hevalên wî bibîr anî

  • Dîrok: 31/03/2026
  • Beş: Nûçe

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di salvegera îdamkirina Qazî Mihemed û hevrêyên wî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. KNK'ê girîngiya dîrokî ya Komara Kurdistanê bibîr xist û got ku têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê berdewam dike.
Qazî Mihemed ligel Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serokomar Seyfî Qazî û nûnerê Mehabadê li Parlamenta Îranê û nûnerê Qazî Mihemed ê Tahranê Sadr Qazî, li meydana Çarçirayê hatin îdamkirin. Îro salvegera îdamkirina wan e.

KNK'ê ew bibîr anîn û got, "Kesên hatine darvekirin bi van hersê têkoşeran ve sînordar nîn in. Hem berî darvekirina Qazî Mihemed û hem jî piştî wê li Mihabad, Seqiz, Bokan û Miyabduab ê 22 efser û rêvebirên din yên Komara Kurdistanê jî hatin darvekirin. Çar efserên Komarê ku zivirîbûn Iraqê û bi Mele Mûstafa re neçûbûn welatê Sovyetê, li Bexdayê hatin darvekirin. Bi giştî 28 rêveber û efserên Komara Kurdistanê hatine darvekirin û tevlî nava karwanê şehîdên azadîyê bûne. Qazî Mihemed û hevrêyên xwe bi dilsozîyek mezin ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebitîn û têkoşiyan. Bi avakrina Komara Kurdistanê re di rizgariya gelê kurd de gaveke dîrokî avêtin."

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi taybetî bi lihevkirina Brîtanya û Soveyetê ku ji bilî berjewendiyên xwe tu nirxekî din nas nedikirin re, bi rejîma Şahê Îranê êrîşî Komara Kurdistanê ya ku nû hatibû avakirin, kirine û wiha got, "Têkoşîna Qazî Mihemed û hevrêyên wî û bêbextiya ku li wan hat kirin bi awayekî vekirî nîşan da ku hêzên kolonyalîst çawa nêzî kurdan bûne û ji bo berjewendiyên xwe dikarin bêbextîyê bikin. Bi nêzîkatiya wan a li Komara Kurdistanê re derket holê ku berpirsyarê rastî yê pirsgirêka kurd û çaresernebûna wê, hêzên mêtingere û ev nêzîkatiya wan îro jî didome."

KNK'ê got ku îro jî li hemberî desthilatdariya dewleta Îranê, ciwanên kurd, jinên kurd, bi diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û parastina rewa têkoşîneke destanî didine meşandin û wiha got, "Tevî ku dewleta Îranê, her roj cezayên darvekirinê dide ciwanên kurd, têkoşer, siyasetmedar û çalakvanên kurd di zindanan de dîl digire û dibin navê kasibkariyê de komkujiyan pêktîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmed û hevrêyên wî didomînin. Bêhtirî meheke Îran di nava şereke giran da ye. Gelê Rojhilatê Kurdistanê jî, ji vî şerî gelek bi bandor dibin. Rejîma Îranê, ber bi rûxandinê ve diçe. Niha bi giştî di herêma rojavaya Asyayê da kaosek heye. Ev rewş hem xeterî hem jî derfetan bi xwe re tîne. Di serî de gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê divê ji vê rewşê re amade bin. Divê li hember êrîş û xeteriyan gel bê parastin û divê derfetên azadiyê jî bêne afrandin."

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2023: Lîstikvanê herî zêde gol avêtiye: Ronaldo

ad

Lêkolîner Adil Gur: BDP bi 28-32 serbixweyan tê

ad

Ji nû ve ‘Evdalê Zeynikê’

ad

Gera fezayê ya herî dirêj dest pê dike

ad

Ji bo berendamên kurd banga piştgiriyê

ad

Li gor mebûsên HDP'ê, dê HDP sedî çend dengan bigire?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname