Diyarname
Bi navê "Festîvala Fîlmên Bêasteng" îsal 4'emîn car dest pê kir û heta 30'yê mehê didome. Diruşma festîvalê ya îsal "Ligel hev temaşekirina fîlman mimkûn e" ye.
Fîlmên di festîvalê de bi dengdiyarkirî û jêrnivîseke berfireh tene nîşandayîn ku kesên astengbar bi hêsanî lê temaşe bikin. Piştî nîşandayînan ligel derhêneran gotûbêj heye. Ev yek û Merasima Xelatdayînê bi zimanê îşaretê tê peşkeş kirin.
Ji 32 welatan 182 fîlm ji bo festîvalê hatibûn şandin, 15 jê di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman de têne nîşandayîn.
Fîlmê bi ser bikeve dê bi hezar dolarî bê xelatkirin. Merasima xelatdayînê 30'ê mehê saet 19.30 de wê li Goethe-Institut li dar bikeve.
Ji bo agahiyên zêdetir:
www.engelsizfestival.com


