Diyarname
21'emîn Festîvala Fîlmên Karkeran îsal di navbera 1-10'ê mehê de li sê bajaran, li Stenbol, Enqere û Îzmîrê lidar dikeve. Ji 14 welatan 73 fîlm di nav bernameyê de cih digirin. Ji van 24 heb li Tirkiyeyê cara pêşê wê bêne nîşandayîn.
XELATA RÛMETÊ DIDIN KADÎR ÎNANIR
Merasima destpêkirina festîvalê 2'yê mehê li sê bajaran di heman kêliyê de wê li dar bikeve.
Li Stenbolê fîlmê Huseyîn Karabey ê bi navê "Kuzeyden Gelen Adam" wekî fîlmê destpêkê wê bê nîşandayîn. Fîlm li ser lîstikvan Kadîr Înanir e. Di şevê dei wê Xelata Rûmetê bidin Kadîr Înanir, Plaketa Kedkariya Setê jî wê bidin Gokhan Ozgul.
Li aliyê din li Enqereyê belgefîlmê Nur Tugçe Biga "Merhaba Ankara: Buyuk Ogretmen Yuruyuşu", li Îzmîrê jî wê belgefîlmê Mert Guncuer ê bi navê "Bir Surgunun Not Defteri: Misina" wekî fîlmê destpêkê bê nîşandayîn.
CIHÊN NÎŞANDAYÎNÊ
Li Stenbolê li aliyê Ewropayê wê li salona Sînemaya Beyoglu, Navenda Çanda Fransiz, Aynali Geçit, Yucel Kultur Merkezi; li aliyê Anadolu jî li salonên Bulent Ecevit Kultur Merkezi, Maltepe Yaşar Kemal Kultur Merkezi, Bariş Manço Kultur Merkezi û TAK-Tasarim Atolyesi fîlm bêne nîşandayîn.
Li Enqereyê li Dogan Taşdelen Çagdaş Sanatlar Merkezi, Mulkiyeliler Birligi, Makine Muhendisleri Odasi Egitim ve Kultur Merkezi, Kult Kavaklidere Sînemasi, Batikent Halkevi, Dikmen Halkevi, Mor Patika Kadin Dernegi, ODTU Fizik Bolumu U2 Amfisi, ODTU Mezunlari Dernegi Vişnelik Tesisleri fîlm bêne nîşandayîn.
Her wiha li Îzmîrê jî li salonên Fransiz Kultur Merkezi, Turkan Saylan Kultur Merkezi, Tarik Akan Gençlik Merkezi, İzmir Halkevi, Karşiyaka Halkevi, Sanathane, Menderes Kultur ve Yaşam Dernegi, İzmir Mimarlık Merkezi, Altindag Kultur Merkezi, APİKAM, Art Venue İzmir (AVI), Bornova Gençlik Merkezi, Çagdaş Ozurluler Dernegi, İnonu Kultur Merkezi, Karantina Meydani, Pir Sultan Kultur Merkezi, Ugur Mumcu Gençlik Tiyatrosu fîlm bêne nîşandayîn.
FÎMÊN PELÎN ESMER
Di çarçoveya festîvalê de fîlmên derhêner Pelin Esmer "Oyun" (2006), "11'e 10 Kala" (2009), "Gozetleme Kulesi" (2012), "Kraliçe Lear" (2019) bêne nîşandayîn.
JI DINYAYÊ
Ji welatên dinyayê hin fîlm û belgefîlm tên. Ji van fîlmê Pierre Chassagnieux "Ken Loach, le vent de la rêvolte" ku li ser derhênerê sînemaya karkeran, derhênerê navdar Ken Loach kişandiye jî heye.
Filmê Frêdêric Farrucci "MohikaN" ku qala têkoşîna li ser axa xwe ya cotkarek nîşan dide jî heye.
Ji Tirkiyeyê belgefîlmê Nazan Haydari, Ozden Cankaya û Cem Hakverdi "Biz Radyoyu Çok Sevdik" (2024), belgefîlmê Belkis Bayrak " Gulizar", belgefîlmê Hasan Tolga Pulat "Parçalı Yillar", belgefîlmê Çayan Demirel û Ayşe Çetin ê bi navê "Kardeş Turkuler" hin ji van in.
Ji bo agahiyên berfirehtir:
iff.org.tr
********************************************************
Agahî:
- 20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)
******************************************************
Ger hûn bixwazin alîkarî bikin:
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:
LÎNKA
Kreosus.com'ê bitikînin
LÎNKA
Patreon'ê bitikînin
*******************************************************
***
KANALA YOUTUBE YA DIYARNAMEYÊ



