Diyarname
"Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê" didome û sibê (21'ê mehê) êvarê dê bi dawî bibe. Ligel beşdariya mevanan, îro du panel û çalakiyek xwendina helbestan jî hebû.
Di panela pêşî ku bi navê “Têkoşîna Azadiyê û Rewşenbîrî” hat lidarxistin de Hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê yê DEM Partiyê Heval Dilbihar axivî. Moderator Sabriye Kanat bû.
Dilbihar li ser peywir û berpirsyariya rewşenbîrên kurd sekinî. Dilbihar li ser girîngiya peyvê û bandora wê jî axivî û got, "Axaftineke ku armanca wê tune be, tu qîmeta wê axaftinê tune ye. Her gotina ku em bînin ziman divê di nav jiyana me ya hestan û di nav jiyana me ya rojane de bandoreke wê hebe."
Piştî vê, panela bi navê "Bandora Berxwedana Dêrsimê ya 1932'yan li ser Wêjeyê" li dar ket. Panela ku moderatoriya wê nivîskar Receb Dildar kir, nivîskar Metin Aktaş axivî.
Yek ji çayakiyên îro jî bi navê "Destan û Helbest" bû. Di çalakiya bi moderatoriya Mahmut Gulecan de nivîsar Leyla Saraç û Şadiye Manap axivîn, helbestên xwe xwendin.
"Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê" sibê jî dê bidome û êvarê bi dawî bibe.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Helbestvanên jin helbest xwendin
- 'Rojên Wêje û Pirtûkan' dest pê kir


