Diyarname
Festîvala Porteqala Zêrîn biryar da îsal Xelata Kede bibin sazkarê fîlman Abdurrahman Keskiner û lîstikvan-stranbêj Suzan Kardeş.
Sazkar Abdurrahman Keskiner di sala 1965'an de wekî menajerê Yilmaz Gnuey ket nava vê piyaseya fîlman. Piştî salem Guney Film ava kir. Paşê Umut Film.
Fîlmê Yilmaz Guney û Şerif Goren "Umut" sazkarê wî Yilmaz Guney, Cevat Alkan û Abdurrahman Keskiner kiribû.
Fîlmên wekî "Yilani Oldurseler", "Muhsin Bey", "Fotoğraflar" û "Hazal" jî di nav de ji bo gelek fîlman sazkarî kir.
Suzan Kardeş ji sala 1980'yî ve di vê qadê de makyozî dike. Di fîlmên wekî "Vizontele", "Vizontele Tuuba", "Hokkabaz", "Beynelmilel", "Hukumet Kadin", "Eyyvah Eyvah" û "Nadide Hayat" jî têde di gelek fîlman de wekî makyoz û kuafor kar kir. Wê di hin fîlman û rêzefîlman de jî lîst.
Di sala 2007'an de wê albumek derxist ku têde stranên aliyê Balkanan stran. Bi vê zêdetir hate nasîn.
3'yemîn Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê îsal di navbera 24-31'ê kewçêrê de wê li dar bikeve. Festîval wê xelatê bide wan.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Porteqala Zêrîn xelatê dide Menderes Samancilar û Tilbe Saran


