logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Demîrtaş: Em dixwazin Ocalan bê Amedê

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş civîna vê hefteyê li ber Girtîgeha Amedê pêk anî û xwest Serokwezîr Erdogan

  • Dîrok: 30/10/2012
  • Beş: Nûçe

Amed
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş civîna vê hefteyê li ber Girtîgeha Amedê pêk anî û xwest Serokwezîr Erdogan li hemberî berxwedana gel ya li hemû bajaran bêdeng nemine û bi lezgînî gava çareseriyê bavêje. Demîrtaş got ku, gelê kurd duh li ber xwe da, îro li ber xwe dide û dê sibê jî li ber xwe bide. Demîrtaş got: "Em ne çûyîna Mehmet Ocalan a ji bo Îmraliyê, em dixwazin Ocalan bê Amedê."

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş civîna koma BDP’ê vê hefteyê li ber Girtîgeha Amedê pêk anî. Di civîna koma BDP'ê de bi 10 hezaran kes amade bûn. Dema Demîrtaş li ber Mala Şînê ya Dîcleyiyan diaxivî helîkopter bê navber di ser girseyê re bi nizmî difiriyan. Demîrtaş got ku, girtiyên ku 49 rojin ketine greva birçîbûnê ji bo mafê xwe yê demokratîk û rewa ketine grevê û wiha dom kir: "Tu kes bi kêfî xwe birçî nahêle. Ji ber ku zilmek tê meşandin, înkar û îmha heye ciwanên kurd bedena xwe dane ber mirinê. Ji bo ku şer, kuştin, binçavkirin û girtin bi dawî bibin ciwanên kurd li girtîgehan bedena xwe dane ber mirinê. Ji bo tecrîd û îşkence bi dawî bibe hevalên me ketine grevê. Daxwazên wan di heman demê de daxwazên me ne. "

DEMÎRTAŞ BANG LI ERDOGAN KIR

Demîrtaş bang li Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan kir û xwest Serokwezîr li hemberî vê berxwedana gel ya li hemû bajaran bêdeng nemîne û bi lezgînî gava çareseriyê bavêje. Demîrtaş xwest ev berxwedana gel ya li hemû bajarên kurd lê dijîn bibîne û gava çareseriyê bavêje. Demîrtaş destnîşan kir ku, mafê her kesên ku rastî zilmê tê heye ku li ber xwe bide û têkoşînê bide. Demirtaş wisa got: "Li hemû Şirnexê dikan girtî ne û kolan vala ne. Li Colemêrgê û navçeyên wê, li Wan û hemû navçeyên wê, li Amed û hemû navçeyên wê tev girtî ne. Gelê me dernetine kolanan. Li Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê hemû tax û kolanên ku kurd lê dijîn kolan vala ne û dikan girtî ne. Welatiyên kurd dibêjin ger ku zarokên me ji bo me amade ne canê xwe bidin, em jî dê neçin ser kar û dikanên xwe venakin. Îro ev peyam hate dayîn. Gel îro jî û dê sibê jî vê helwestê bide nîşan."

‘GER KU BERXWEDAN TUNE BE ÇARESERI JÎ TUNE YE’

Demîrtaş anî ziman ku, ew destûr nadin ciwan xwe bikin qurbana desthilatdariyê û wiha berdewam kir: "Ger ku berxwedan tune be çareserî jî nabe. Em li ber Zindana ku Mazlum têde li ber xwe daye bang dikin. Heta ku em pêşeroja xwe ya azad, welatê xwe yê azad nexwazin çareserî pêk nayê. Em ji hikumetê û dewletê bersivek zelal dixwazin. Em dibêjin ji bo li girtîgehê mirin cênebin bi lezgînî Serokwezîr bersivê bide. Em dixwazin derbarê Îmralî, ziman de bi lezgînî bersiva çareseriyê bide. Em ne ji bo şantajê ji bo çareseriyê bang dikin. Em ne tenê îro, em duh, îro û dê sibê jî li kolanan bin. Em niha li ber girtîgeha ku Mazlûm lê li ber xwe daye bang dikin. Em li ber girtîgeha ku di serdema Serokwezîr de jî zilm berdewam dike bang dikin. Ev girtîgeh ne tenê girtî li ber xwe didin, di heman demê de mîlyon li derdora wê li ber xwe didin."

'ÎRO LI HER DERÊ BERXWEDAN HEYE DÊ SIBÊ JÎ LI HER DERÊ BERXWEDAN HEBE'

Demîrtaş da zanîn ku, îro li hemû taxên kolanên Amedê berxwedan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li her derê gelê me li ser piyan û di nava berxwedanê de ye. Ger ku gelê me li her derê ji bo çareseriyê daketibe kolanan, divê teqez Serokwezîr êdî gavê çareseriyê bavêje. Em ji ber vê sekna gelê xwe ku naxwaze hevalên me di zindanan de jiyana xwe ji dest bidin pîroz dikin. Îro em li ber zindana Amedê bi tevlîbûna 10 hezaran civîna koma xwe pêk tînin. Em ji hemûyan re serketinê dixwazin."

Demîrtaş bal kişand ser hevdîtinên bi Ocalan re û got;"Em ne çûyîna Mehmet Ocalan ji bo Îmraliyê, em dixwazin Ocalan bê Amedê."
 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Ev jî çêbû: Tîma Lîga 4'emîn tîma mezin Arsenal têk bir

news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

NY'yê petrola DAIŞ'ê qedexe kir, ka Tirkiye dê çi bike?

ad

Li Başûr ji bo meseleya Serokatî civînek din hat lidar xistin

ad

Ji bo şanoya kurdî arşîveke girîng: 'Jêrzemîn'

ad

'Ez li walî geriyam min got vê stranê qedexe bikin'

ad

Gelo Barzanî nameya Esed gihand Cerba?

ad

Vê carê dengê kurdî ji zindanê hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname