Diyarname
Bi beşdariya mebûsê BDP'ê yê Amedê Altan Tan konferansa "Di sedsala 21'ê de Rojhilata Navîn û Kurd" li dar dikeve.
Kovara Nûbiharê ku li ser xeteke olî ji sala 1992'yan ve
bi kurdî weşana xwe, ev çend salên dawî de Komeleya Nûbiharê jî li hin bajaran şaxan vedike. Piştî şaxên wê yên li bajarên kurdan niha li Almanyayê jî Nûbihar şaxeke vedike. Mebûsê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî beşdarî vê vekirina şaxê dibe. Bi vê yekê re jî amadekarên komeleye dê konferanseke bi sernavê "Di sedsala 21'ê de Rojhilata Navîn û Kurd". Mebûs Altan jî wekî axifger dê beşdarî konferansê bibe.
Konferansa ku wê li bajarê Herneyê li dar bikeve de dê Xwediyê kovara Nûbiharê Suleyman Çevîk li ser xebatên çandî û dezgeha Nûbiharê, Selman Dilovan jî dê li ser vebûna Komeleya Nûbiharê ya li Almanyayê biaxive.
Her wiha nivîskar û muzîkar Dilşad Mutî jî dê bi stranên xwe coşê bide çalakiyê.
Nûbihar beşdarî ASTECE dibe
Her wiha îsal jî Weşanên Nûbiharê beşdarî ASTECE dibe. Astece ku li Almanyayê fûareke pirtûkan e bi giştî weşanên oldar beşdar dibin. Îsal ASTECE roja 27'ê vê mehê dest pê dite û 02.01.2013'yan dê bi dawî bibe.


